Xelêkê Rojava li dijî dagirkeriyê daketin qadan

Bi hezaran kesên li Dêrik, Dirbêsiyê û Hesekê daketin qadan, li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewelata Tirk a li ser Rojava meşiyan. Li Heleb, Amûdê û Qamişlo jî ji bo şervanên di berxwedana li dijî dagirkeriyê de şehîd bûne merasîm hatin kirin.

Bi hezeran şêniyên herêma Dêrikê bi hemû pêkhateyên xwe li Qada Azadî ya bajarê Dêrikê kom bûn. Şêniyan pankartên "Em xwediyê xakê ne, Erdogan dagirker e û divê were darizandin", "Xwîna şehîdên me û qîrîna zarokên me dê hesab ji we bixwaze" û her wiha wêneyên şehîdên Berxwedana Rûmetê û alên QSD`ê hildan.

Meşê ji Qada Azadî destpê kir û ber bi Navenda Şehîd Bawer a Ciwanan ve çû. Di meşê de dirûşmên silavkirina berxwedana QSD`ê û şermezarkirina komployên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin berzkirin. Meş li pêşiya navenda ciwanan veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de ji rêveberên Kongreya Star Rojîn Salih wiha axivî: "Ji destpêka Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewleta Tirk a dagirker bi hemû şêwazan êrişî gelên herêmê dike. Armanca wê ji vê yekê; hebûna gelên herêmê û projeya wê ya demokratîk ku gelek pêkhate girtine nav xwe, tune bike."

Rojîn diyar kir ku tevî hemû lihevkirinên ku li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne kirin lê ew ti carî teslîm nabin û got: "Ji ber baweriya gelê me bi firk û felsefeya Rêber Ocalan heye. Dirûşmeya me berxwedane. Em şoparên rêya şehîdên xwe ne. Emê bi hêzên xwe re li ber xwe bidin heta ku em tevahî herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin, rizgar bikin."

Ji rêveberên Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Hesen Ebîd destnîşan kir ku dîroka Kurdan tijî serhildanên li djî faşîstan ye, heta roja îro tu carî teslîm nebûn û ev tişt anî ziman: "Dîrok şahîdê qurbaniyê ku gelê me ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa daye. Sîstemên desthilatdar xwîna gelan dimijin. Naxwazin ku îradeya gelê bi hezaran şehîd ji bo azadî û rûmetê daye, bi ser bikeve."

Ebîd behsa lihevkirin û komployên navdewletî yên li djiî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne kirin, kir. Di dawiyê de Ebîd tekez kir ku gel dê asta têkoşîna xwe bilind bike da ku hemû komployên qirêjî yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.

Mîtîng bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

DIRÊBÊSIYÊ

Bi hezaran kesên li Dirêbêsiyê daketin qadan, hevdîtina di navbera Serokkomarê Tirk Erdogan û Serokê DYE'yê Donald Trûmp protesto kirin.

di meşê de pankatên bi nivîsa 'Em in xwediyê van axan, divê dagirker Erdogan bê darezandin' û 'Em ê hesabê şehîdên xwe û zarokên xwe yên hatine qetilkirin bixwazin' hatin hildan. Meş ji pêşiya Navenda Ciwanên Şoreşger ên Sûriya destpê kir û heta Qada Şehîdan dom kir.

Li qadê mîtîngek hate kirin û endama Desteya Rêveber a MSD'ê Mesoc Mihemed axivî û destnîşan kir ku gel li dijî dagirkeriyê li ber xwe dide. Mihemed a serdana Erdogan a DYE'ê şermezar kir, diyar kir ku li ser gel bazarên qirêj tê kirin.

HESEKÊ

Bi pêşengtiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê meşek hate kirin. Piştî meşê mîtîngek hate kirin û endama Kongra Star Nalîn Mihemed axivî û got: "Rastiya êrîşên Erdogan avakirina 'herêma ewle' bû, lê niha cihên dagir dike bûne navendên qetlîam zilim û êşkenceyê."

Hevserokê Meclîsa Kantona Hesekê Abdulxenî OSo da xuyakirin ku êrîşên dewleta Tirk ji bo mirovahiyê şermeke mezin e.

HELEB

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo şervana YPJ’ê Newroz Sarqot (Sîlvan Întiqam) a 12’ê Cotmehê li Girê Spî şehîd bûbû, bi merasîmekê hate bibîranîn.

Merasîma li Qada Şehîdan a Taxa Rûbar Qamilo  hate kirin, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre jî li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Eytan û Rêvebera Kongra Star Hediye Yûsif axivîn.

Piştî axaftinan û şûnde nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

AMÛDÊ

Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê bi tevlîbûna sedan kesî Egîd Hesen (Nemir) ê 28’ê Cotmehê di Berxwdana Rûmetê ya Serêkaniyê de şehîd bûbû, bi merasîmeke girseyî hate bibîranîn.

Li ser navê Meclîsa Leşkerş ya Amûdê, Kongra Star û saziyên civaka sivîl axafin hatin kirin. Di axaftinan de nerazîbûn nîşanî dagirkeriya Tirk hate dayîn. Her wiha bêdengiya civaka navneteweyî jî hate şermezarkirin.

QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyên şervanên QSD`ê Mihemed El-Tirkî (Lewend Qamşlo) ku 9`ê Mijdarê li derdora Serêkaniyê şehîd bûbû û Mûeyd El-Ezîz (Dilgeş Qamişlo) ku 11`ê Mijdarê li derdora Til Temirê, her wiha cenazeyên endama ragihandina Şaredariya Xerbî ya Qamişlo Zozan Şêxo û Medîna El-Hisên ku di encama teqînên Qamişlo de 11`ê Mijdarê şehîd bûne, li Goristana Şehîd Delîl Seroxan veşartin. Di merasîmê de nasnameya şervanê QSD`ê Şalan Şalan (Elî Qamişlo) ku 28`ê Cotmehê li navçeya Zirganê şehîd bûye, hate eşkerekirin.

Şêniyên bajêr cenazeyên şehîdan li pêşiya Goristana Şehîd Delîl Seroxan bi dirûşmên silavkirina berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi tilîliyan pêşwazî kirin.

Di merasîmê de bi navê malbatên şehîdan Ebîd Etê wiha axivî: "Ji destpêka şoreşê ve em dizanin temenê xakê xwîn e. Me ev yek qebûl kir. Niha jî em temenê parastina xaka xwe bi xwîna zarokên xwe didin. Bila tevahî cîhan baş zanibe ku em serî ji tu kesî re natewînin."

Paşê endamê Meclîsa Giştî ya PYD`ê Abdulkerîm Saroxan diyar kir ku şoreşa Rojava bingeha xwe ji berxwedana azadiyê ya ji beriya 40 salî ve digere û got: "Em tu carî nasekinin. Heta ku em azadiya xwe bi dest bxin û bi rûmet bijîn."

Hevseroka Desteya Şaredarî û Ekolojiyê Sema Begdaş diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê parastina xaka xwe ji êrişên DAIŞ`ê kir ku bi awayekî yekser destekê ji dewleta Tirk digere û niha jî êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûri yê dike, dewleta Tirk bi vê yekê şaneyên çeteyêên DAÎŞ`ê li herêmê ji nû ve aktîf kirin.

Piştre nasnameya şehîdan ji aliyê endama Meclîsa Malatên Şehîdan Rivîn Şêxmûs ve hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin. Malbatên şehîdan soz da ku ew ê şopdarên rêya şehîdên xwe bin û dê li derdora QSD`ê kom bibin.

Di dawiyê de cenazeyê endama Ragihandina Şaredariya Qamişlo Zozan Şêxo û Medîna El-Hisên ku di teqînên Qamişlo yên 11`ê Mijdarê de şehîd bûne li goristana sivîlan a bajarê Qamişlo hatin veşartin û cenazeyên şehîd Lewend Qamişlo û şehîd Dilgeş li Goristana Şehîd Delîl Saroxan hatin veşartin.