Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel serdana goristanên şehîdan kir

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel bi wesîleya Cejna Qurbanê di saetên sibehê de serdana goristanên şehîdan kir.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serê sibehê piştî ku nimêja cejnê kir, berê xwe dan goristanên şehîdan.

Girseyên gel berê xwe da goristanên Şehîd Xebat Dêrik a li Dêrikê, Şehîd Dilşêr a li Dugirê, Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişlo, Şehîd Îsmaîl a li Amûdê, Şehîd Dijwar a li Hesekê, Şehîd Rustem Cûdî a li Dirbêsiyê û goristanên şehîdan ên li Til Temir, Reqa, Dêrazor, Şedadê, Tebqa û Şehbayê.

Li goristanan, şêniyên herêmê û malbatên şehîdan gul danîn ser gorên zarokên xwe, cejn li hev pîroz kir, şekir û şêranî belav kirin, bixwîr pê xistin û ayetên Quranê xwendin.

Bi destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an re çanda serdana goristanên şehîdan di sibehên cejnê de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêş ket.