Li Bakur û Rojhilatê Suriyê dîwarê dagirkeriyê
Dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Suriyê bi çêkirina dîwaran jî dagirkeriya didomîne.
Dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Suriyê bi çêkirina dîwaran jî dagirkeriya didomîne.
Dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Suriyê bi çêkirina dîwarên dagirkeriyê, hiqûqa navnetewî binpê dike.
Dewleta Tirk di salên 2016-2017’an li Bakur û Rojhilatê Suriyê ji bajarokê Eyn Dîwar a Dêrikê hetanî gundê Zor Mîxar a Kobanê bi dirêjahiya 415 kîlometre dîwarê dagirkeriyê lêkir. Li ser dîwar têlên bi stirî kêşa. Dîwarê bi bilindahiya 3 metreyî, dagirkeriya xaka Suriyê dide nîşandan. Destpêkê hikumeta Şamê û raya giştî ya navnetewî li hemberî vî sûcî bêdeng ma.
SIVÎLAN QETIL DIKE, DARAN DIBIRE
Ev dîwarê dagirkeriyê xaka Suriyê ji gundên Aşmê, Qere Mox û Goran ên li bakurê Kobanê û gundên li ser xeta sînor ên Amûdê-Dirbêsiyê yên Herêma Cizîrê bi dîwarên dagirkeriyê li ser xaka Tirkiyê ve dike.
Li gorî rêjeyên Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê nêzî 37 hezar û 33 donim erazî di bin dagirkeriya Tirkiyê de tê dîtin.
Li aliyek din ji bo lêkirina dîwar nêzî 13 hezar darên zeytûn û fisteqên Helebê hatine birîn. Piştî dîwarê li Efrînê hatî lêkirin, li Qamişlo û Kobanê bi sedan kesan çalakiya protestoyî lidar xistin. Dewleta Tirk a êrişî çalakiyan kirî 4 sivîl şehîd kirin.