Li Aqîbe Heyva Sor a Kurd sivîl ji nav xirbeyan derxist

Duh dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundê Aqîbe yê Şêrawa kiribû. Heyva Sor a Kurd sivîlên ji bin kavilan de mabûn derxist.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Şêrawa li dijî sivîlan zêde bûn. Di êrîşa duh a li gundê Aqîbe de malbatekî ji 3 kesan pêk dihat dibin xirbeyan de mabûn. Heyva Sor a Kurd û welatiyên gund ji bo derxistina cenazeyan dibin kavilan de ji saetê sibê ve kar dikin.

DEMA DIBIN XIRBEYAN DE DERXISTIN JÎ ÊRÎŞ KIRIN

Piştî êrîşê welatiyên gund xwestin cenazeyan ji bin xirbeyan de derbikin lê artêşa Tirk dîsan êrîş kiribû û cenaze nehatibûn derxistin.

Li aliyê din di êrîşa li dijî gundê Kurzêlê ya Efrînê de welatiyên sivîl Esmet Hemo, Cemîl Hemo û Mûfîde Remzî Hesen birîndar bûn.