Li Şehba bi hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan daketin qadan

Bi hezaran koçberên Efrîn û Şehbayê ji bo şermezarkirina nameyên gefxwarinê ku dewleta Tirk dane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daketin qadan.

Meclîsa Kantona Efrîn û Şehbayê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qedexekirina hevdîtinê pê re, nameyên gefxwarinê yên ku dewleta Tirk dane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwepêşandanek li dar xist.

Bi deh hezaran koçberên Efrîn û xelkê Şehbayê li ser rêya di navbera gundê Til Qirah û Kampa Serdemê ya navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê de kom bûn û dest bi xwepêşandanê kir.

Xwepêşandan li qada sereke ya Kampa Serdemê veguherî mîtîngê. Li qadê endama rêveberiya Meclîsa Kantona Efrîn û Şehbayê Xebat Efrîn axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker û ji zêdetirî 2 sal û nîv ve tecrîdeke giran li Rêber Abdullah Ocalan ferz dike û hevdîtinên bi malbat û parêzeran re bi hiceta birîna cezayên bê wate, qedexe dike.”

Xebat Efrîn wiha domand: “Nameya gefxwarinê ya ku dane Rêber Abdullah Ocalan, bi rastî ya desthilata Tirk e ji ber ku nekarîn gel ji Rêbertî qut bikin. Her wiha nekarîn fikrê azad ê Rêber Abdullah Ocalan têk bibin ku di singê dîktatoriyê de bûye xencerek.”

Xebat Efrîn destnîşan kir ku koçberên Efrînê û niştecihên Şehbayê şopdarên fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in, heta ku azadiya wî ya fîzîkî pêk were û tevahî herêmên dagirkirî rizgar bibin.

Endama Rêveberiya Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê Necah Hisên axivî û destnîşan kir ku jin wê şopdarên rêya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bin ku rêya azadiyê ji jinan re ronî kir.