Komeke ku karên QSD'ê ji bo nebaşiyê bi kar dianî, hat têkbirin
Kesên ku di bin sîwana QSD'ê û Asayîşê de cih digirtin û karên van saziyan ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bi kar dianîn hatin tespîtkirin û hatin girtin.
Kesên ku di bin sîwana QSD'ê û Asayîşê de cih digirtin û karên van saziyan ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bi kar dianîn hatin tespîtkirin û hatin girtin.
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê daxuyaniyek da û diyar kir ku hin kesên di nava hêzên QSD û Asayîşê de cih digirin û wezîfeyên xwe ji bo berjewendiyên şexsî bi kar dianîn, ji aliyê Komîteya Şopandinê ve hatin tespîtkirin û girtin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hin kesên di nava hêzên QSD û Asayîşê de cih digirtin, wezîfeya xwe ji bo berjewendiyên şexsî bi kar dianîn ji aliyê komîteya me ya şopandinê ve hatin tespîtkirin û girtin."