KCÊ-E: Bi zêdekirina hêza Êzîdxanê mirov dikare li Zerdeşt Şengalî xwedî derkeve

Koordînasyona Civaka Êzîdî ya li Ewropayê (KCÊ-E) Femandar Zerdeşt Şengalî bi bîr anî û got, ''Tekane rêya azadî û siberojê, xurtkirin û mezinkirina YBŞ/YJŞ û Asayişa Êzdîxanê ye.''

KCÊ-E'yê Fermandar Zekî Şengalî, Pîr Hemîd, Êzdîn Şengalî û Cîlo Şengali, di encama êrîşa dewleta Tirk  a dagirker de di 15'ê Çileya 2020'an şehîd bûbûn bi bîr anî û banga xwedîderketina li şehîdan li civaka Êzîdî kir.

Di daxuyaniyê de êrîşa qirker a DAÎŞ'ê ya 3'yê Tebaxa 2014'an hate bibîrxistin û hate gotin, ''Ji bo  pêşî li qirkirin û Fermanê were girtin û di oxire civaka Êzîdî û Şengalê bi sedan lêheng berê xwedan Çiyayê Şingale, yek  ji wan fedaîyan jî, zarokê Şengalê Fermandar Zerdeşt bû.''

Bi berdewamî hate gotin, ''Fermandar Zerdeşt bi hêz û zanebûna xwe û bawerîya bi Tawizî Melek, ji bo rêxistinî û bihêzkirina civaka Êzîdî û ciwanên wê, di her qadêda bê rawestan ked û xebat kir. Keda wî di avakirin û bi hêzkirina Asayişa Êzîdxanê de jî mezin bû. Fermandar Zerdeşt dixwest hêz û parastina Xweseriya Demokratîk ya Şengalê, ya di her milî de ava û mezin bike, da ku careke din tu hêz nikaribin ferman û qirkirinê bînin serê wê. Ji ber vê berpirsyarî û armancên wî, ew û hevrêyên xwe bûn armanca êrişa dewleta dagirker û qirker.''

Di daxuyaniyê de êrîşên bi pêşengiya dewleta Tirk a li ser Şengalê hate bibîrxistin û hate gotin, ''Yek ji armancên din ya van hêzên qirker û dagirker jî ew E ku, Êzdiyan û Êzdîxanê bê statû û îrade bihêlin, bi kuştîn ji holêrakirina kesayetên mîna Fermandar Zerdeşt, dixwazin, armanca azadî û siberojê ji holê rakin û vê civakê ji bo siberojê bê hêvî bihêlin. Herî dawî hewldana astengkirina pêykerê Fermandar Zerdeşt ji aliyê hêzên Iraqê ve, careke din ev rastî derxist meydanê. Ev hêz dizanin ku Fermandar Zerdeşt, ji bo tevahiya Êzdîxanê û ciwanên Êzdî sembola wêrekî, bixwebawerî, fedaîtî, azadî, hêviya siberoj û azadiyê ye. Di kesayetiya wî de derket holê ku Êzdî êdî ne Êzdiyên beriya fermanê ne, ew temsîla Êzdayetiye azad e. Fermandar Zerdeşt temsîla hemdemî û siberojê ye. Cihê ku şopdar û hevrêyên wî lê hebin, wê rê û cih ji kesên ku temsîla bindestî, koletî û qirkirinê re dikin nebe.''

Daxuyaniya KCÊ-E'yê ji bo salvegera şehîdbûna Zerdeşt Şengalî, Pîr Hemîd, Êzdîn Şengalî û Cilo Şengalî wiha ye:

''Em  Koordînasyona Civaka Êzdî Ewropayê, bang li hemû civaka Êzdî û ciwanên Êzdî dikin ku li hêza ku Fermandar Zerdeştan, Mam Zekiyan, Seîd Hesenan, Merwanan, Egîdan, Berxwedanan, Şêx Xeyriyan û bi sedan cangoriyên Êzdîxanê bi xwîna xwe ava kirîn, xwedî derkevin, xûrt û mezin bikin. Rihê azadiyê yê wan pekrawanan av bidin, vî tovî li herderê şîn û zindî bikin. Tekane rêya  xwe parastina ji fermanan û pêşîgirtina li fermanan bi bi vî rihî pêkan e. Tekane rêya azadî û siberojê, xûrtkirin û mezinkirina YBŞ/YJŞ û Asayişa Êzdîxanê ye. Ev hêzên parastina Êzdîxanê hêza kombûyî ya Êzdayetiya azad e. Şervanên Êzdîxanê vîn û rihê azad yê hezarê salan yê vê civak û baweriyê ne. Heya ku YBŞ/YJŞ û Asayişa Êzdîxanê hebin, wê ti hêz nikaribe rihê azadiyê ji holê rake, vê civakê têk bibe û ji axa wê qût bike.

Ji ber vê yekê jî divê em ji çav û dilê xwe bêhtir li hêzên parastina Êzdîxanê xwedî derkevin û biparêzin. Her çi kesê ku ji nav vê civakê li YBŞ/YJŞ, Asayişa Êzdîxanê û hêzên Êzdî ku ji bo parastina vê civakê xwedî dernekeve, divê ew bizane ku ew bi xwe rê li pêşiya qirkirin û fermanan vedike. Kes û derdorên ku YBŞ'ê û hêzên Parastina civakê bike hedef, ew hevkarê dijmin û dagirkeran e. Divê herî zêde civaka me li hemberî van hêz û derdoran derkeve û wan teşhîr bike.

Bi rasthatina salvegera cangorîbûna Fermandar Zerdeşt, em dubare bang li tevahiya civaka xwe dikin, hêza ku Fermandar Zerdeşt û cangoriyên Êzdîxanê ava û mezin kirîn, mezin bikin û lê xwedî derkevin

Em careke din di duyemîn salvegera Fermandar Zerdeşt Şengalî, Pîr Hemîd, Êzdîn Şengalî û Cîlo Şengali, hemû cangoriyên Êzdîxan û Kurdistanê bibîrtînin,  dibêjin emê şopdarê armancên wan bin, Êzdîxanek azad, demokratîk û xweser ava bikin.''