Jinên ciwan ji bo 8’ê Adarê meşiyan

Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li Şehbayê meşek lidar xistin.

Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ji destpêka navçeya Fafîn heta Goristana Şehîdan a Fafînê meşiyan.

Di meşê de pankarta bi nivîsa ‘Yên şer dike azad dibe, azad dibe bedew dibe, bedew dibe tê hezkirin’ hate vekirin.

Li goristanê ji bo şehîdên azadiyê deqeyek rêz hate girtin û piştre jî li ser navê rêveberiya ciwanan Emîne Bekir daxuyanî xwend.

Bekir 8’ê Adarê di serî de li hemû jinên Kurd û cîhanê pîroz kir û got: “Zîlan, Bêrtan, Avesta û Hevrîn ên ji bo azadiya jinê û mirovahiyê xwe kirin pir, wê tin bên bîranîn.” Bekir bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Têkoşîna me wê bidome heta azadiya Oalan û pêkanîna projeya netewa demokratîk.”