Ji bo Siûd Xelef ê li Hesekê şehîd bû merasîm hate lidarxistin
Ji bo endamê Hêzên Xweparastinê Siûd Mihemed Xelef ê li Hesekê şehîd bû, xelkê Dirbêsiyê merasîmek lidar xist û cenazeyê şehîd Xelef spart axê.
Ji bo endamê Hêzên Xweparastinê Siûd Mihemed Xelef ê li Hesekê şehîd bû, xelkê Dirbêsiyê merasîmek lidar xist û cenazeyê şehîd Xelef spart axê.
Girseya gel piştî wergirtina cenazeyê şehîd, ji pêşiya Meclisa Mablatên Şehîdan a li navçeyê bi karwanekî erebeyan berê xwe da Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê.
Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Siûd Mihemed Xelef dema li ser erka bû di 9′ê Tîrmehê de li Hesekê şehîd bibû.
Li goristanê, piştî rêzgirtinê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirêbsiyê Fatma Mihemed axivî û got: "Em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin. Em soz didin şehîdan heta pêkanîna armancên wan em ê li ser şopa wan bin."
Ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê ya Herêma Cizîrê Mistefa Koçer jî bal kişand ser fedakariyên şehîdan ên di oxira avakirina jiyana azad de û got: "Em îro lehengekî din ji lehengên ku di oxira azadiyê de xwe feda kirine, oxir dikin. Em soz didin heta pêkanîna serkeftinê rêya wan dewam bikin."
Di dawiya merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Îman Dedoş wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir. Cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan de veşartin.