Ji bo şervanê HRE’yê Diyar Efrîn merasîma sersaxiyê hat lidarxistin
Ji bo şervanê HRE’yê Ziyad Medûr (Diyar Efrîn) li Şehbayê merasîma sersaxiyê hat lidarxistin.
Ji bo şervanê HRE’yê Ziyad Medûr (Diyar Efrîn) li Şehbayê merasîma sersaxiyê hat lidarxistin.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê ji bo şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Ziyad Medûr (Diyar Efrîn) ku di encama qezayê de şehîd bûbû, merasîma sersaxiyê li dar xist.
Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd Diyar a li navçeya Fafînê ya herêma Şehbayê hate vedan û bi sedan xelkê herêmê beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de, piştî rêzgirtinê li ser navê meclîsa Malbatên Şehîdan Ednan Reşîd axivî.
Reşîd sersaxî ji malbata şehîd û tevahî gelê Efrînê re xwest û got: “Bila tevahî cîhan bizane ku em ti carî dest ji têkoşîna xwe bernadin. Têkoşîna me bi saya zarokên me mezintir dibe. Em ê jî soz didin ku em heya dilopa dawîn a xwîna xwe em ê doza zarokên xwe bişopînin.”
Li ser navê Meclîsa Navçeya Fafînê jî Hêvîn Elûş axivî. Hêvîn sersaxî ji malbata şehîd Diyar re xwest û got: “Em xwediyên axa pîroz in. Em dikarin bê zarok bijîn lê em nikarin bêwelat bijîn.”
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.
Merasîm bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.