HRE'yê derba giran lê da: Li Efrînê 40 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li Efrînê derba giran li çeteyên dewleta Tirk xistin. Li Meranaz û Malikiyê yên Efrînê 40 çete hatin kuştin, bi dehan çete birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) derbarê şerê 4'ê Gulanê de li gundên Meranaz û Malikiyê yên Efrînê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di 4'ê Gulanê de ji danê sibehê ve artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete, dest bi topbaraneke dijwar a li ser gundên Malikiyê, Şêwarqa, Keştear û Meranaz ên Şerayê kirin ku sivîl tê de ne.  Piştî topbarana demdirêj artêşa dagirker û çeteyên wê di bin parastina topbarana obusan û balafirên bê mirov de êrîşên berfireh anîn ser van gundan. Di encama şer de ev êrîş têk çûn.

Di şer de yê di navbera şervanên me û çeteyên artêşa dagirker de, herî kêm 40 çete hatin kuştin. Di nava çeteyên hatine kuştin de berpirsiyarê komên çete yên navçeya Şera û Ezazê Ehmed Cemîl Herbûş jî heye. Di şer de her wiha zêdetirî 30 çete jî birîndar bûn."