HRE li ser êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê daxuyanî da

HRE bi daxuyaniyekê ragihand ku di çalakiyên wan li dijî çete û leşkerên Tirk ên li Efrîn, Ezaz û derdorî wê bi hewara çeteyên xwe diçûn de 5 çete hatine kuştin.

Hêrên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihandin ku çalakiyên wan ên li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê didomin. HRE diyar kir ku li gundên herêma Şera şerên giran rû dane.

HRE ragihand li Gundê Kefer Xaşirê yê Ezazê wesayîtek hatiye hedfkirin û di çalakiyê de 2 çete hatine kuştin. Her wiha HRE diyar kir ku di 3 çalakiyên sekvaniyê yên li dijî çeteyên El Cebha El Şamiyê jî 3 çete hatine kuştin.

HRE li ser çalakiyan ev agahî da:

“4’ê Gulanê, li ser bersivdayîna hêzên me yên li dijî êrîşa artêşa dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên herêma Şera de, şerek giran rû da û di encam de êrîş hatibûn şikandin. Di derheqê hinek çalakiyên ku hatibûn lidar xistin de; em agahiyên berfireh bi raya giştî re parve dikin.

Di dîroka 4’ê Gulanê de, hêzên me çalakiyek li dijî wesayîteke leşkerî ku têde du çete hebûn li gundê Kefer Xaşir yê girêdayî herema Ezazê lidar xistin. Di encamê de du çete hatin kuştin û wesayîta wan hate ruxandin. Her du çeteyên hatin kuştin bi armanca destekdayîna çeteyên êrîşkar ên li herema Şera berê xwe didan gundê Merenazê.

Heman rojê hêzên me 3 çalakiyên sekvaniyê li dijî çeteyên El Cebha El Şamiyê lidar xistin. 2 çalakî ji wan li derdora gundê El Malikiyê û ya din jî li derdora gundê Merenazê pêk hatin. Di encamê de 3 çete hatin kuştin.”