HRE: Li sê herêman 9 dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li Efrîn, Şêrawa û Ezazê çalakî kirin û di encamê de 9 dagirker hatin kuştin.

HRE'yê bîlançoya çalakiyan a sê rojan eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê, di çalakiyan de 8 çete û leşkerekî Tirk hatin kuştişn, 6 çete jî birîndar bûn.

Daxuyaniya HRE'yê ya li ser mijarê wiha ye:

"12'Ê HEZÎRANÊ: Hêzên me li gundên Xezewî û Birc Heyder ên li navçeya Şêrawayê li dijî dagirkeran çalakî li dar xistin. Di encamê de 3 çete hatin kuştin.

13'Ê HEZÎRANÊ: Li Efrînê hêzên me çalakiyeke sabotajê kirin, di encamê de 3 çete hatin kuştin. Heman rojê li Babê jî li dijî dagirkeran çalakiyeke sabotajê hate lidarxistin. Çeteyek hate kuştin û 4 çete birîndar bûn.

15'Ê HEZÎRANÊ: Li gundê Kefer Xaşir ê Ezazê hin çalakiyên sûîqestê hatin kirin. Di encamê de leşkerekî Tirk û çeteyek hatin kuştin. Her wiha 2 çete jî birîndar bûn."