Hêzên Ewlekariya Hundirin nasnameya şehîdek xwe eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endama wan Hind Şaban li Kantona Dêrazorê şehîd bûye.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endama wan Hind Şaban li Kantona Dêrazorê şehîd bûye.
Navenda ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endama wan Hind Şaban li Kantona Dêrazorê şehîd bûye.
Navenda ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî şehadeta endameke xwe daxuyanî parve kir û got: “Endameke hêzên me yên Kantona Dêrezorê îro 26’ê Hezîranê, dema erka xwe ya parastina xak û gelê xwe pêk dianî, gihişt asta şehadetê.
Nav û paşnav: Hind Şaban
Navê Bav: Ehmed
Navê Dayikê: Sebah
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Cidîd bekara 1993
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: El-Bisêre 14-7-2018
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezorê 26-6-2023
Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji gelê xwe û malbata şehîd Hind Şeban re dixwazin û li ber fedekariya şehîdên xwe yên bi rûmet ên ku canê xwe ji bo parastina malbat û gelê xwe feda kirine, serê xwe ditewînin û tekez dikin ku em li ser rêya şehîdan dimeşin heta ewlehî û aramî li hemû herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê.”