Gundê Girê Spî dan ber topan

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Silîp ê Girê Spî dan ber topan.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gorî saeta herêmî saet 17:20’ê gundê Silîp ê Girê Spî da ber topan. Têkildarî êrîşê agahiyên berfireh nehatin girtin.

Rejîma faşîst a Tirk hema bêje ti rojek nîne bi awayekî sîstematîk êrîşî jîngehên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nake. Di êrîşa 9’ê Cotmeha 2019’an destpê kir û şûn de bi sedan sivîl mirin ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatin qetilkirin û bi sed hezaran kes jî koçber bûn.