Goreke Komî li Dêra Zorê hate dîtin

Li herêma Badiya Cem a Dêra Zorê goreke komî hate dîtin ku cenazeyê 26 kesên ji heman eşîrê hate dîtin. Çeteyên DAÎŞ’ê sala 2014’an de ji Eşşîra Şiêtatê bi sedan kes qetil kiribûn.

Li Badiya Cemê ya ser bi Dêrazorê ve goreke komî ya qurbaniyên komkujiya li dijî eşîra Şiêtat a çeteyên DAIŞ'ê di sala 2014'an de pêk anîbûn, hate dîtin.

Di gorê de bi dehan cenaze hatin dîtin, jê 26 hatin derxistin û nasnameya 25'an hatin naskirin.

Nasnameyên ev in:

1-Salih Şakir Ehmed

2-Abdullah Selîm El-Cerû

3-Elî Selîm El-Cerû

4-Mihemed Selama El-Ebûd El-Rehîm

5-Ehmed Selama El-Ebûd El-Rehîm

6-Xalid El-Hesen El-Elî El-Redsa

7-Abduselam El-Elî El-Hewas El-Behr

8-Mihemed El-Fehd El-Ebûd El-Behr

9-Mihemed Hisên El-Nûman El-Beh

10-Emaş El-Ebid El-Mutleg El-Behr

11-Şihab El-Ehmed El-Hesûnî El-Hebîb

12-Mihemed El-Ebid El-Belo

13-Silêman Salih El-Belo

14-Xalîl El-Xalid El-Belo

15-Subhî El-Malik El-Rehîm

16-Beşir El-Hirdî El-Rehîm

17-Mihemed El-Hirdî El-Rehîm

18-Bediî El-Hirdî El-Rehîm

19-Mihêdî El-Ewed El-Henûş

20-Hazim El-Sofî

21-Hemûd El-Sofî

22-Nasir El-Hisên El-Rehîm

23-Nasir El-Xalid El-Rehîm

24-Mihemed El-Xilêf El-Iweyid

25-Yasir El-Ebid El-Mehmûd

Kesek din nasnameya wî nehat naskirin, lê tê texmînkirin ku ji bajarokê Zebarî yê Dêra Zorê ye.

Cenaze Goristana Şehîdan a bajarokê Ebû Hemam ve hatin veşartin.

Çeteyên DAIŞ'ê di mehên Tîrmeh û Tebaxa 2014'an komkujiyek ku 3 hefteyan dewam kir li dijî eşîra Şiêtat pêk anîn. Di encamê de zêdeyî hezar û 200 sivîl hatin qetilkirin, zêdeyî hezar kes jî hatin revandin ku çarenûsa wan ne diyar e.