Giregirên êl û eşîran ji bo çareseriyê li Eyn Îsa civiyan

Piştî QSD'ê DAÎŞ têk bir, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lêgerînên çareseriya mayînde ya ji bo herêmê jî zêde bûn. MSD, herî dawî li bajarokê Eyn Îsa bi vê armancê bi giregirên êl û eşîran re civiya.

Piştî hêzên QSD’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê DAÎŞ têk bir, pêkhate û niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lez dan xebat û lêgerînên çareseriya mayînda ya li herêmê.

MSD’ê bi vê armancê li bajaroka Eyn Îsa bi êl û eşîran re komcivînek pêk anî û di civînê de li ser pirsgirêkên herêmê nîqaş hate kirin. Cara yekem e ku li Sûriyeyê bi bî awayî bi tevlîbûna gelek eşîran civîneke berfireh pêk tê. Civîn ji pêkhateyeke nêzî 5 hezar kesan ku ji serokên êlan, saziyên sivîl û rûsipiyên herêmê pêk hat û mijarên di derbarê pêşeroja Sûriyê de hatin nîqaşkirin.

Ji êla Begaran, Ebdil Baqî Muhemed ê tevlî civînê bûyî ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ev pêkhate wê pêşeroj û aramiya welat diyar bike. Muhemed got, “DAÎŞ’ê civaka me parçe kir, lê îro em li ba hev in û em ê bi hev re pêşeroja azad a Sûriyeyê saz bikin.”

Ebdil Baqî diyar kir ku heta niha gelek civîn ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê hatine kirin û wiha got, “Em xelkê Sûriyeyê xwedî wê hêzê ne ku pirsgirêkên xwe çareser bikin. Em tenê ji wan re dibêjin, ‘dev ji me berdin, em dikarin li hev rûnin û çareseriyekê ji pirsgirêkên xwe re pêş bixin.”