Girê Spî 3 cangoriyên azadiyê hembêz kir

Gelê Girê Spî 3 cangoriyên xwe yên ku di Cenga Mezin a Pêngava Rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest dan pêşwazî kir û ew veşartin.

Bi sedan welatiyên Girê Spî cenazeyên şervanên bi navê Mehmûd Mihemed Sebrî (Sebrî), Hemed Eyid EL-Henîfî (Ebû Rebî Ceradî) û Mehemd Xelîl (Xelîl)  ên ku di berxwedana Reqayê de jiyana xwe ji dest dane, ji nexweşxaneya Wetenî ya bajêr rakirin. Welatiyan cenazeyên şervanan bi karwaneke ji wesayitan ber bi goristana şehîd  Mehmûd Temê ve birin.

Hevseroka Meclîsa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa, Cîgirê Hevserokatiyê Ebdulah El-Eryan, Endamê Rêveberiya Meclîsa TEV-DEM`ê de Selaheldîn Firat, Endama Rêveberiya Kongra Star Peyman Cûdî û nûnerên Saziyên Civaka Sivîl li bajarê Girê Spî, Bajarokê Silûk, Eyn Îsa û bi sedan welatiyên Girê Spî û gundên derdorê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir û paşê endama Kongreya Star Mûna El-Eswed axivî. El-Eswed sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got, "Şehîd ne tenê yê malbatê ne. Şehîd ên tevahî mirovahiyê ne."

Endama Rêveberiya Saziya Aş Kedîm Îbrahîm axivî û wiha got: "Em sersaxiyê ji hemû malbatên Şehîdan re dixwezin û şervanên li eniya pêş ji dil û can slav dikin."

Kedîm Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de soz da ku ew ê di rêya şehîdan de biçin û destnîşan kir ku gelê herêmê wê têkoşîna xwe heta rizgariyê bidomîne. 

Nasnameya şervanên ku jiyana xwe ji dest dane hate xwendin û ew radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de gel cenazeyên her sê şervanan bi diruşmeyan spartin axê.