Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Ocalan daketin qadan

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî şewata li Îmraliyê çalakî li dar xistin û diyar kirin ku divê teqez hevdîtin pêk were.

MINBÎC

Ji ber şewata li girava Îmraliyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan tê de dîl girtiye, hêrsa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rabû û bi yekdengî banga eşkerekirina rewşa tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan kirin.

Şêniyên bajarê Minbicê bi daxuyaniyekê bûyera şewatê şermezar kirin û bang li rêxistinên mafnas û mirovî kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin û bihêlin parêzer bi Ocalan re bicive.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “Em şêniyên bajarê Minbicê bi hemû pêkhate xwe ve vê kiryara dermirovî û kiryarên hovane şermezar dikin û dibêjin, ku armanca van kiryaran şikandina vîna gel û tunekirina fikirê demokratîk e. Lewma em bang li cîhanê û rêxistinên mirovî û mafnasî dikin, ku zextê li ser dewleta Tirk bikin, da ku kiryarên hovane û dermirovî rawestîne. Her wiha bihêle parêzer bi rêbertî re bicive, rewşa tenduristiya rêbertî were eşkerekirin û rewşa girtiyên ber çavan re derbas bikin.”

‘DIVÊ HEVDÎTIN PÊK WERE’

Navenda Lêkolînan û Parastina Mafên Jinan a Sûriyeyê li ser şewata li girava Îmraliyê ku Rêber Abdullah Ocalan lê girtî ye, daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “Ji bo mirovahiyê bi giştî û jinan bi taybet, Rêber Abdullah Ocalan fedekariyên mezin dan. Di şert û mercên herî zehmet de piştgiriya tevgera rizgariya jinan kir û li pişt jina Kurd kir da ku bigihîne astên zanabûnê û mafên xwe bi dest bixe. Her wiha ji bo pêkanîna edalet û wekheviya her du zayendan, kar kir û banga jiyana hevbeş a di navbera hemû netewe, ol û mezheban de bi rêya fikr û felsefeya netewa demokratîk kir.

Rêber Ocalan bi komployeke navneteweyî di 15`ê Sibata 1999`an de dîl hat girtin û şandin girava Îmraliyê da ku dûrî malbat, heval û parêzerên wî bixin û ji sala 2011`an de tecrîdeke giran ku binpêkirineke eşkere ya pîvanên mafên mirovan e, li ser Ocalan hatiye ferzkirin.

Li ser vê yekê dewleta Tirk ji tenduristî û ewlehiya rêber Ocalan berpirsyar e. Em bang li hemû rêxisitinên hiqûqî yên navdewletî û bi taybetî Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê CPT dikin ku bi berpirsyariyên xwe li hemberî êşkenceya fikrî, derûnî li dijî rêber Ocalan rabe. Her wiha em bang li CPT û rêxistinên din ên girêdayî wê dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku rewşa Ocalan eşkere bike û destûra hevdîtinê bide malbatê û parêzerên wî.”