Endamên DAÎŞ’ê yên ku radest bûne dixwazin biçin ba ‘birayê’ xwe

Endamên DAÎŞ’ê yên ku li Baxozê radestî QSD’ê bûne, beşeke wan a zêde ji Komarên Tirkan in. Ev kes ji ser Tirkiyeyê hatine û dîsa dixwazin vegerin wê derê. Li ser pirsa ku çima Tirkiye , ew dibêjin ‘Ji ber ku ew birayê me ye.’

Hêzên QSD’ê li bajaroka Baxozê ya Hecîna Dêra Zorê rojên Duşem û Sêşemê gelek endamên DAÎŞ’ê dîl girtin. Ev kesên ku hatine dîlgirtin gelek ji wan ji Komarên Tirkan in.

Ev hemû çete ji ser Tirkiyeyê hatine Sûriyeyê û hemû jî diyar dikin ku ew dixwazin vegerin Tirkiyeyê. Ev çeteyên DAÎŞ’ê sedemên xwe yên tevlêbûnê jî wekî ‘pere’ û ‘xwendina Quranê’ diyar dikin. Yên ku dixwazin vegerin Tirkiyeyê, li gorî wan ew ê li Tirkiyeyê jiyaneke aram bijîn. Yekî ji nav wan diyar dike, heke ew vegerin Tirkiyeyê ew ê karê telefonan bike. Endamên DAÎŞ’ê yên ku ji welatên wekî Tirkmenistan, Tirkistan, Tirkiye û Tirkistana Rojhilat in diyar dikin ku ew dixwazin vegerin Tirkiyeyê, ji ber ku ew ‘birayê’ wan in.

JI ÇANKIRIYÊ TEVÎ HEVJÎN Û SÊ ZAROKÊN XWE TEVLÎ DAÎŞ’Ê BÛ

Çeteyê DAÎŞ’ê yê bi navê Mûrat Nûhoglû tevî hevjîna xwe û sê zarokên xwe tevlî DAÎŞ’ê bûye. Vî endamê DAÎŞ’ê bêyî ku qala pêvajoya xwe ya derbasbûna Sûriyeyê bike, got ku, “Piştî ku min xwest tevlê bibim, kesek bû navbeynkar. Ji ser telefonê em bi hev re axivîn û piştre ji ser Dîlokê derbasî El Raîyê bûm. Ez li El Babê jî mam. Li wê derê ez li gundekî bi cih bûm. Ji ber ku ez ameliyat bûbûm, min tu kar nekir. Heke tu ji min bipirsî, ez ne poşman im ku ez tevlî DAÎŞ’ê bûme. Ji ber hin kesan ez di hin waran de poşman bûm.”

Nûhoglû ê ku îddîa dike ew ne şervan e û wî qet şer nekiriye, dema em qala zilma DAÎŞ’ê yên li ser gelê Kurd û gelên herêmê dikin, ew dibêje ku “Bi qasî ku ez dizanim, DAÎŞ li ser esasê qeym û nîjadan ne li dijî Kurdan û ne jî li dijî Ereban şer nake. Dewleta Îslamî li dijî her kesî şer dike.”

Nûhoglû yê ku tevî hevjîna xwe û sê zarokên xwe ji Baxozê derketine, diyar dike ku ew dixwaze vegere Tirkiyeyê û karê xwe yê berê, firotina telefonan bike.

‘TIRKIYE BIRAYÊ ME YE’

Endamê DAÎŞ’ê yê bi navê Abdurrahman jî ji Tirkistanê hatiye Tirkiyeyê û ji bo hatina xwe ya Sûriyeyê dibêje ku “Gelek pere dan, ji ber wê jî ez hatim. Ez demekê li Îdlîbê mam, piştre çûm Hamayê û careke din vegeriyam Îdlîbê. Sal û nîvek e jî ez li vê derê me. Bi rêya Lîva Aksa ez ji Îdlîbê hatime vê derê.”

Çeteyê bi navê Abdurrahman îddîa dike ku ew ne şervan e û wî karê tamîrkirina motorbisikletan dikir û dibêje ku “Ez dixwazin vegerim Tirkiyeyê, ji ber ku ew der birayê me ye.”

QURAN XWENDIYE Û TEVLÊ BÛYE!

Çeteyê bi navê Yûsûf Turkmen ê ji Tirkmenistanê diyar dike ku ew 7 salan li Stenbolê jiyaye û li Avcilarê karê şuştina wesayîtan dikir. Çeteyê ji Tirkmenistanê dibêje ku “4 sal berê ez tevlê bûm. Me Quran xwend û wisa em tevlê bûn.”

Çeteyê bi navê Yûsûd îddîa dike ku ew bêtir li Reqayê dima û piştî ku demekê li Iraqê maye, dîsa vegeriyaye Sûriyeyê û bal dikişîne ser vî tiştî ku ‘ew mucahîd e.’

‘EZ DIXWAZIM VEGERIM TIRKIYEYÊ’

Çete ji bo hatina xwe ya Sûriyeyê jî dibêje ku “Me digot qey em ê li vê derê li gorî Quran û şerîatê bijîn, lê wisa çênebû. Heke ez nehatima wê baştir bûya. Ez dixwazim vegerim Tirkiyeyê.”

Çeteyê bi navê Yûsûf îddîa dike ku wî li Kobanê şer nekiriye û ev jî ji bo vegera wî ya Tirkiyeyê hinceteke baş e.