Encamnameya Konferansa Rizgarkirina Efrînê: Banga seferberiya giştî hate kirin

Encamnameya Konferansa Rizgarkirina Efrînê hate eşkerekirin. Ji bo rizagarkirina Efrînê banga seferberiya giştî hate kirin.

Saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê bi beşdarbûna 250 endamên saziyan û aliyên siyasî yên ji hemû pêkhateyan û nûnerên civaka sivîl di navbera 18 û 21'ê Hezîrana 2018'an de bi nirxandina rewşa siyasî, rêxistinî, berxwedan û parastina rewa li Kantona Şehbayê Konferansa Rizgarkirina Efrînê lidarxist.

Encamnameya Konferansa Rizgarkirina Efrînê wiha ye:

“Şoreşa Sûriyeyê di sala 2011'an de bi dirûşmên azadî û demokrasiyê dest pê kir. Bi lez jî ji xeta xwe derket û welat ber bi parçebûnê ve bir. Di nava pêkhateyên niştimanî yên Sûriyeyê de li ser esasê mezhebî û tayîfî dijminatî hatin bicihkirin. Bi vê yekê aloziya welat kûrtir bû û gelek aliyên herêmî û navdewletî destwerdan kirin û roleke neyînî lîst. Wan aliyan ji bo meydana şer fireh bikin û temenê wê dirêj bikin, kar dane meşandin.

‘PROJEYA DEMOKRATÎK HATE PÊŞKÊŞ KIRIN’

Para Rojava-Bakurê Sûriyeyê, bi giştî û bi taybet Efrîn, ji geşedanên pêk hat û şerê heyî hebû. Lê îradeya pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê ji hemû hewldanan xurtir bû. Bi şoreşa gel re rê li ber tevliheviyê hate girtin. Di heman demê de projeya demokratîk pêşkêş kir, bi rêya wê jî parastina xaka xwe, pêkhate û destkeftiyên wê hate kirin. Xaka wê bû warê sed hezaran welatiyên Sûriyeyê yên ji ber şerê li bajarên din ên Sûriyeyê koçber bûn.

‘EFRÎN JI BO GELÊ SÛRIYE Û GELÊN CÎHANÊ NIMÛNE BÛ’

Efrîn ji gelê Sûriyeyê û hemû cîhanê re nimûneya herî li pêş a demokrasiyê bû ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nûnertiya wê dike. Ev bi beşdariya hemû pêkhateyan hate avakirin. Bi vê yekê rêya çareseriya giştî aloziya Sûriyeyê ya li ser esasê biratiya gelan, jiyana hevbeş û neteweya demokratîk hate destnîşankirin.

‘RÛSYA BÛ HEVKARÊ DAGIRKIRINA EFRÎNÊ’

Çavên dijminên Tirk her li ser vê ezmûna demokratîk bû û carinan bi alavên xwe yên ji çete û tundrewan pêk tên, şerê wê kir. Carinan jî hêzên xwe li ser sînor xistin dewrê û ewlehiya wê binpê kir. Heta ev hewldanên wan gihaştin asta herî jor ji şerê hovane yê li ser Efrînê. Êrîşa wan di 20'ê Çileya sala 2018'an de bi alîkariya navgîn û alavên wan û plana navdewletî dest pê kir. Rûsya di pêkanîna planê de bû şirîka sereke. Di heman demê de bêdengiya navdewletî ya şermok li dijî hemû qanûnên navdewletî pêk hat.

Careke din helwesta gelê kantona Efrînê bi hemû pêkhateyên xwe ve wêrek bû, bi taybet di biryara berxwedana li dijî dagirkeriya hovane ya Erdoganê tûranî, ev yek diyar bû. Vê berxwedanê di dîrokê de careke din efsaneyên berxwedanê bi hemû aliyên wê nivîsandin û ji cîhanê re got ku hêzên ku bahoza terorîstên DAIŞ’ê bi berxwedana xwe ya gelêrî anîn xwarê, wê di xistina hêzên piştgiriya wan dikin de ku hikumeta AKP'ê nûnertiya wan dikir, gavan bi paş de neavêje.

‘ZÊDETIRÎ 200 HEZAR MIROV KOÇBER BÛN’

Derveyî texmînan berxwedanê 58 rojan dewam kir. Hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê; Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûr û Ermenî beşdar bûn. Her wiha hêzên Kurdistanê, berxwedêrên enternasyonal jî cihê xwe tê de girt. Bi vê yekê yekitiya hêzên azadîxwaz li djî duyemîn hêza leşkerî ya NATO’yê ku hemû teknîka leşkerî ya pêşketî û yên di qadên navdewletî de hatine qedexekirin jî di nav de, bi kar anîn, yekitiya gelan pêk anî. Di encama êrîşa wan de bi sedan welatiyên sivîl şehîd bûn, her wiha binesaziya herêmê hate rûxandin. Zêdetirî 200 hezar welatî ji Efrînê derketin da ku komkujiyên mezin wekî yên li Şengalê pêk neyên û welatiyên Efrînê berê xwe da Kantona Şehbayê.

Piştî zêdetirî 3 meh di ser dagirkeriya Efrînê re derbas bû, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek rêbazên binpêkirinê li dijî sivîlên Efrînê pêk anîn. Demografiya herêmê guherandin, bûyerên talan, kuştin û destdirêjiyê pêk anîn. Di encama van binpêkirinan de, saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê bi beşdarbûna 250 endamên saziyan û aliyên siyasî yên ji hemû pêkhateyan û nûnerên civaka sivîl di navbera 18 û 21'ê Hezîrana 2018'an de bi nirxandina rewşa siyasî, rêxistinî, berxwedan û parastina rewa dest bi konferansê kir.

‘PÊNGAVA TOLHONDANÊ YA RIZGARKIRINA EFRÎNÊ’

Di konferansê de hemû kêmasî û neyîniyên heyî hatin nîqaşkirin, li ser vî esasî rêveberan rexneya xwe da û soz dan ku wê kêmasiyên xwe derbas bikin û ji kêmasiyan xilas bibin. Nêrîn û nîqaş ji bo sererastkirina sîstema rêxistinî ya li ser esasê rexne û rexnedayîna bi ruhê Berxwedana Serdemê ku layîqî nirxên gelê me û şehîdên Berxwedana Serdemê (Avesta, Karker, Barîn, Rojhat, Amed, Polat û Êlan) be, pêk were. Da ku konferansa me bi dirûşma 'Bi ruhê şehîdên Berxwedana Serdemê em ê hemleya tolhildanê ya rizgarkirina Efrînê berz bikin' bigihîje nexşerêya rizgarkirina Efrînê, em teqez dikin ku em ê asta berxwedanê di aliyê siyasî, gelêrî, dîplomatîk û leşkerî de geştir bikin.

BI RÛHÊ ŞEHÎDÊN BERXWEDANA SERDEMÊ: SEFERBERIYA GIŞTÎ

Bi vê yekê em seferberiya giştî radigihînin ku em ê li ser xeta şehîdên xwe bimeşin û serkeftina îradeya gelê xwe tev bigirin, em ê biryaran bidin ku hemû beşên civakê di qadên herêmî û navdewletî de têkoşînê bidin meşandin, heta em dagirkeriya tirk derxin û Efrînê rizgar bikin. Hemû beşdaran meclisên ku ji aliyê dagirkeran ve hatine avakirin şermezar kirin û tekez kir ku ew ne rewa ne. Em bang li gelê xwe yê li Efrînê maye dikin ku der barê wan de biryareke wêrek û dîrokî bidin.

Di dawiya konferansê de jî beşdaran bang li hemû hêz û aliyên demokratîk ên Kurdistanê û cîhanê kir ku erka xwe ya dîrokî pêk bînin û zextê li hikumeta Tirkiyeyê (hikumeta AKP’ê) bikin ku dawiyê li dagirkeriya Efrînê bîne. Teqezî li ser vegera welatiyên Efrînê yên ji malên xwe koçber bûne hate kirin. Divê welatî di bin parastina rêxistinên navdewletî û desteyên mafê mirovan de pêk were.

BANG

Konferansê her wiha bang li hemû civaka Sûriyeyê kir ku li rex berxwedana ji bo qewirandina dagirkeriya Tirk ji Efrînê û parastina yekitiya xaka Sûriyê bisekinin. Beşdaran her wiha bang li hemû civaka Tirkiyeyê kir ku dengê xwe di hilbijartinên pêş de nedin AKP’ê, ji ber mayîna komên Erdogan li ser desthilatdariyê wê dîktatoriyê mezin bike, terorîzm û tundî li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê, her wiha dagirkeriya li Efrîn û bajarên din ên Bakurê Sûriyeyê dewam bike. Lewma divê dengê xwe bidin hêzên demokratîk.”