Ebdulxenî Oso: Dagirker wê bi ser nekevin

Hevserokê Kantona Hesekê Oso got, dagirkeriya dewleta Tirk berê bi ser neket, wê îro jî bi ser nekeve û anî ziman ku mirovên ji ber dagirkeriyê koçber bûne pêwîstiya wan bi alîkariya navneteweyî heye.

Hevserokê Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso diyar kir ku nêzî 300 hezar sivîlên ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê neçar man malên xwe biterikînin li dibistanên li bajarên derdorê dimînin û destnîşan kir, ku di her şert û mercî de wê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin û bi ser bikevin.

Ebulxenî Oso bi bîr xist, ku dewleta Tirk ji ber ku bi êrişên çeteyên DAÎŞ'ê û El Nûsrayê bi ser neket artêşa xwe xist dewrê û got, "Dewleta Tirk nikare vê rêbaza êrişê û hovîtiyê bidomîne. Gelê herêmê êdî mîna berê nîne. Niha di nava civakê de yekîtî heye. Kurd, Ereb, Suryan û pêkhateyên herêmê hemû bi hev re jiyana xwe didomînin. Wê li dijî her hêza ku li ber îradeya wan rabe li ber xwe bidin."

'KESÎ ALÎKARÎ NEKIR'

Oso anî ziman ku asta destpêkê ya plana dagirkeriyê ya dewleta Tirk avakirina herêmeke dagirkirî ya ji 32 kîlometreyan a li Serêkaniyê û Girê Spî ye û bi bîr xist ku bi sed hezaran mirovên ji ber êrişên dagirkeriyê ji neçarî koçber bûn di nava mercên giran de ne. Oso got, "Li Hesekê li 63 dibistanan koçber dimînin. Em li mirovên ku neçar man koç bikin dibin xwedî. Ji bo koçberan me li herêmê du kamp ava kir. Wê nêzî 3 hezar kon bên vedan. Rêveberiya Xweser ji bo koçberan bi her rengî dibe bersiv. Ji bilî Rêveberiya Xweser kes alîkariyê bi koçberan re nake."

'DEMOGRAFÎ TÊ GUHERTIN'

Oso destnîşan kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo dawî li dagirkeriyê bîne wê timî li ber xwe bide, pêkhateyên herêmê bi hev re li ber dagirkeriyê radibin û got, "Dibêjin ku bi bahaneya vegera sivîlên neçar man ji Sûriyeyê koç bikin êrişî herêmê dikin. Gelo ev mirovên li Serêkaniyê û Girê Spî kî ne? Ew gelê vê herêmê ne. Kesên ku dewleta Tirk dixwaze li herêmê bi cih bike ew çete ne ku ti eleqeya xwe bi herêmê re nîne. Bi koçberkirina gelê herêmê dixwaze demografiyê biguherîne. Gelê herêmê vê rewşê qebûl nake û wê her tim li xaka xwe be. Gelê herêmê wê heta dawiyê li ber xwe bide. Nepêkane ku çeteyên ji derve hatine li herêmê bimînin."

'DEWLETA TIRK WÊ BI SER NEKEVE'

Oso diyar kir ku dewleta Tirk mîna li Efrînê kir wê li Serêkaniyê û Girê Spî jî dîwarê dagirkeriyê lê bike û got, "Gel wê vê yekê qebûl neke û li ber xwe bide. Koçberkirina gelê herêmê hewldana ji bo guhertina demografiyê ye. Dewleta Tirk ji berê ve dixwaze herêmê dagir bike. Çawa ku berê bi ser neket wê niha jî bi ser nekeve. Gel wê li ber xwe bide û bi ser bikeve."

Ji bo tedarikkirina stargeh, xwarin û vexwarinê ji bo koçberan Oso bang li saziyên navneteweyî kir û got, "Ji ber ku koçber li dibistanan dimînin perwerdeya li herêmê rawestiya ye. Hêz û raya giştî ya navneteweyî ji bo peydakirina pêwîstiYên gelê herêmê divê çareseriyekê peyda bikin."