DYE: Îhtimala êrîşa dewleta Tirk a li dijî Sûriyeyê kêm bûye

Wezareta Parastinê ya DYE'yê diyar kir, wê bi QSD'ê re di çarçoveya têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de hevkariya xwe bidomîne û îdîa kir ku îhtimala êrîşa dagirkirina Rojava kêm e.

Dîrektorê koma kar a ji bo têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê ya Wezareta Parastinê ya DYE'yê Chrîs Maîer destnîşan kir, welatê wan di çarçoveya têkoşîna dijî çeteyan de hevkariya xwe ya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re didomîne û çekan dide QSD'ê.

Maîer di civîna çapemeniyê de bal kişand ser gefên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û anî ziman, wan bi Tirkiyeyê re dest bi dewriyeyên hevpar kirine û armanc ji vê yekê jî astengkirina êrîşeke gengaz e. Maîer got, "Bi dîtina me êrîşeke gengaz a Tirk a li dijî Sûriyeyê kêm e."

Maîer anî ziman ku welatê wan wê di çarçoveya têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de alîkariya çekan a ji bo QSD'ê bidomîne û agahiyên di vê der barê de bi Tirkiyeyê re jî tên parvekirin. Maîer destnîşan kir, vekişîna hêzên YPG'ê bi temamî ji xeta sînor wê bibe sedema valahiyeke ewlekariyê û got, ji bo kêmkirina rîskeke bi vî rengî divê bi Tirkiyeyê re jî hevdîtin bên kirin.

Maîer her wiha destnîşan kir ku mekanîzmaya ewlekariyê ya bi Tirkiyeyê re li xeta sînor ava kirine di heman demê de ji bo ewlekariya QSD'ê ye û got, ew dixwazin di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de rê nedin rîskên nû.