Du balafirên şer ên artêşa Sûriyeyê hatin xistin
Du balafirên şer ên artêşa Sûriyê ji hêla dewleta Tirk ve hatin xistin. SANA'yê ragihand du balafirên şer ên artêşa Sûriyê hatin xistin.
Du balafirên şer ên artêşa Sûriyê ji hêla dewleta Tirk ve hatin xistin. SANA'yê ragihand du balafirên şer ên artêşa Sûriyê hatin xistin.
Artêşa Tirk û çeteyên bi ser wê ve du balafirên şer ên Sûriyê xistin. Ajansa dewletê ya Sûriyê (SANA) ragihand, du balafirên şer ên artêşa Sûriyê hatin xistin. SANA'yê diyar kir, pîlotan xwe bi paraşûtê avêtine û rewşa wan baş e.
Wezareta Berevaniyê ya Tirk jî got, ''Du SU-24 ên rejîma ku li Idlibê êrîş anîne ser balafirên me hatine xistine. Pergaleke berevaniyê ya ku SÎHA'yeke me anî xwarê û du pergalên berevaniyê yên hewayî hatine îmhakirin.''
Îro amûreke hewayî ya çekdar (SÎHA) ya Tirk li Sereqîbê hatibû xistin. Çeteyên dewleta Tirk û ajansa fermî ya dewleta Tirk AA'yê îdîa kiribû ku balafira hatî xistin an a Sûriyê yan jî ya Rûsyayê ye.
Lê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê nûçe li derewê qeliband û AA'yê nûçeya xwe paş ve kişand.
Bi daxuyaniya Berevaniyê ya Tirk hate fêhmkirin ku balafira ku hatî xistin a dewleta Tirk e.