Dr. Bariş: Piştevanên DAÎŞ’ê jî wê bên darizandin

Dr. Azad Bariş diyar kir ku wê kesên di aliyê lojîstîkê de alîkarî dane DAÎŞ’ê, yên pê re bazirganiya petrolê kirine û yên çek dane jî wê mîna DAÎŞ’iyan bên darizandin.

Dr. Azad Bariş diyar kir ku li dijî sîstema li Rojava gelek mekanîzma hatin xistina dewrê û destnîşan kir ku ji bo di navbera Kurdan de ruhekî tifaqê çêbibe û di asta gerdûnî de toreke siyasî, aborî û dîplomatîk çêbibe û ji bo xurtkirina Rojava wê bikevin nava hewldanan.

Dr. Azad Bariş têkildarî sîstema li Rojavayê Kurdistanê, êrîşên li ser pêk tên û darizandina çeteyên DAÎŞ’ê ji ANF’ê re axivî.

Dr. Azad diyar kir ku 19’ê Tîrmeha 2012’an Kurd, Tirkmen, Ereb, Ermenî û Suryaniyên li Rojava û Sûriyeyê bingehê jiyaneke nû, civakbûnek nû û siyaseteke nû avêtin û got: “Konsetpa dewletê ya neteweyî ku di destpêka sedsalê de hatî avakirin, ji bo gelên herêmê veguherî girtîgehekê. Ev konsep xwe dispêre komek mezhebî û neteweyek desthilatdar û bi demê re di nava xwe pirsgirêkên bingehîn û çêkerî derxist holê. Sedemê ku ev qas zû Şoreşa Rojava ji aliyê gelên herêmê ve hat qebûlkirin, ew bû ku ji zext û şerê li herêmê cudatir alternatîfek din pêşkêş kir. Her wiha bi têkoşîna bi bandor ku li Rojava li dijî DAÎŞ’ê hatî dayîn û piştgiriya navneteweyî ya ku di vî demî de derketî holê, bala her kesê kete ser Rojava û Şoreşa Rojava ji aliyê derdoreke fireh ve hate teqdîrkirin.”

‘ROJAVA JI BER SÎSTEMA XWE YA DEMOKRATÎK, RÛ BI RÛYÊ ÊRÎŞAN E’

Bariş destnîşan kir ku ji bo tunekirina sîstema li Rojava ya li ser wekhevî û demokrasiyê hatî avakirin, gelek mekanîzma hatin xistina dewrê û wiha pêde çû: “Sîstema li Rojava ya heyî, ji ber ku dijberê konsepta dewleta neteweyî ya hem li Sûriyeyê û hem jî li herêmê ye, rû bi rûyê êrîşeke pir alî û dorpêçê ye. Lewma hem dewlet neteweyên li herêmê û hem jî çêkerên cîhadî êrîş dibin ser. Ji ber van êrîşan, Rojava hewl daye hem têra xwe bike û li ser piyên xwe bisekine û hem jî modela civakî û siyasî ya ku îdealîze kirî, bixe meriyetê û mayînde bike.”

‘ŞOREŞA ROJAVA JI BO BAKUR, BAŞÛR Û ROJHILAT JÎ GIRÎNG E’

Bariş anî ziman ku ev çêkera ji bo herêmê alternatîfeke, rû bi rûyê dorpêçeke cidî jî ye û ev tişt got: “Li dijî zextên welatên cîran û hêmanên cîhadî, mekanîzmayeke parastinê ya bi bandor nehatiye avakirin. Kurd jî di navbera xwe de diyalogeke bi bandor ava nakin, ev jî weke kêmahiyekê derdikeve plana pêş. Dînamîka şoreşê ya li Rojava, ne tenê ji bo Rojava ji bo Bakur, Başûr û Rojhilat jî xwedî girîngiyeke mezin e. Sînorên dewleta netewe ya ku berî sed salan hatî xêzkirin, tevî hemû mekanîzmayên zextê nekarî têkîliyên di navbera Kurdan de ji holê rake. Ji bo ku dînamîka şoreşê ya li Rojava bandora xwe li Bakur neke, piştî 2015’an hewldanek mezin hat kirin. Tirsên dîrokî yên dewleta Tirk bi dînamîka li Rojava derketî holê re, asteke cuda qezenc kir.”

‘WÊ PIŞTEVANÊN DAÎŞ’Ê JÎ BÊN DARIZANDIN’

Dr. Azad Bariş bilêv kir ku di pêvajoya darizandina endamên DAÎŞ’ê de, ji bo ku sîstema hiqûqê ya li Rojava vê pêvajoyê bi serkeftî bimeşîne divê bi rengekî adil, bê alî û li gorî standartên navneteweyî bixebite. Pêvajoya darizandinê ya ku Rêveberiya Xweser li dijî çeteyên DAÎŞ’ê dayî destpêkirin, wê hem di aliyê siyasî, hiqûqî û hem jî herêmî û navneteweyî de xwedî encam be. DAÎŞ’ê li pêş çavê hemû cîhanê li dijî mirovahiyê sûc kir. Ji Şengalê heta Fransayê û Avûstralyayê li dijî mirovahiyê sûc kir. Rêveberiya Xweser li dijî van sûcan, ev demek bû daxwaza darizandinê dikir. Ji 60 welatan DAÎŞ’î niha li Kampa Holê dimînin.

DAÎŞ ji Iraqê heta Sûriyeyê qadeke berfireh kontrol kiriye, Mûsil û Reqa xist bin dagirkeriyê de û ew der kiribûn paytext. Wê kesên di aliyê lojîstîkê de alîkarî dayîne DAÎŞ’ê, yên pê re bazirganiya petrolê kirine, yên çek dayînê, yên tevlî sûcên li dijî mirovahiyê yên DAÎŞ’ê bûne jî wê mîna DAÎŞ’iyan bên darizandin. Em dizanin ku têkildarî vê yekê di sazî û dadgehên navneteweyî de, gelek dosya hene.”