Dewleta Tirk û çeteyên wê Seraqîb dagir kirin

Dewleta Tirk û komên wê yên çete, bajarokê Seraqîb ê Idlibê ji nû ve dagir kirin ku li ser rêyên M5 û M4 e.

Bajarokê Seraqîb ê Idlibê ku li ser rêya Heleb-Şam (M5) û Heleb-Lazkiye (M4) e, ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin.

Artêşa Sûriyeyê beriya du hefteyan Seraqîb bi piştgiriya Rûsya û Îranê ji destê çeteyên dewleta Tirk derxistibû.

Dewleta Tirk û çeteyên wê beriya 3 rojan bajarokê Neyrab ê li navbera Idlib û Seraqîbê dagir kiribûn û ber bi Seraqîbê ve ji nû ve dest bi êrişê kiribûn.

Li aliyê din hêzên rejîma Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsya û Îranê li başûrê Idlibê operasyonên xwe didomîne.

Hêzên Sûriyeyê piştî ku temamiya M5 kontrol kirin hewl didin rêya M4 jî kontrol bikin.

Lê belê piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê Seraqîb ji nû ve dagir kirin, rêya M5 careke din asê bû.

Şerê li herêmê dewam dike.