Dewleta Tirk û çeteyên wan rê nadin ku agir bê vemirandin

Dewleta Tirk û çeteyên wan bi çekan êrîşî sivîlên ku mudaxeleyî agirê ku wan berdayî zeviyên çandiniyê yên Til Temir û Girê Spî dikin, kir.

Di dema şewata zeviyên çandiniyê yên gundên Serzorê û Farisa yên Girê Spî ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wan ve li derdora seat 13:00’an de hatî pêxistin berdewam dike de, dagirker guleyan ber dide sivîlên ku mudaxeleyî agir dikin.

Di dîmenê ku ji gundê Farisa gehiştî destê me, şervanê ku li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan di nava berxwedanê de, dibêje ku dagirker bi guleyan êrîşî sivîlên ku dixwazîn mudaxeleyî agir bikin, dikin. Ji ber şervan û sivîl nikarin mudaxeleyî agir bikin, şewat belav dibe.

Ji aliyê din ve, agirê ji aliyê dagirkeran ve berdayîn zeviyên çandiniyê yên gundên Kefîfa ya girêdayî Girê Spî û gundên Rîhaniyê û Feyseliyê yên Til Temirê berdewam dike. Li cihên ku navên wan hatîn diyarkirin de, sivîlên ku dixwazin mudaxeleyî agir bikin dagirker gule ber dide wan.