Dewleta Tirk li Minbicê êrîş bir ser sivîlan: Yek jê zarok 2 kes birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker êrîş bir ser gundekî li bakurê Minbicê. Yek jê zarok du kes birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker êrîş bir ser gundekî li bakurê Minbicê. Yek jê zarok du kes birîndar bûn.
Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Çapemeniye ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de hate ragihandin ku balafireke bêmirov a bombebarkirî ya artêşa Tirk a dagirker 31'ê Cotmehê êrîş bir ser gundê Toxar ê li bakurê bajarê Minbicê.
Di daxuyaniyê de hate gotin, tevî êrîşa bi balafira bêmirov dewleta Tirk û çeteyên wê bombe li gundê Ewn Dadat ê li bakurê bajêr barandin.
Hate ragihandin ku di vê êrîşê de yek jê zarok 2 kes birîndar bûn.