Dewleta Tirk li Efrînê 4 kes revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 4 welatiyên gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê revandin.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 4 welatiyên gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê revandin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, çeteyên ku navê ewlehiya siyasî li xwe dikin 4 welatiyên gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê revandin.
Li gorî çavkaniyan navên kesên hatine revandin wiha ne: Ferhad Ehmed Wehîd, Mihemed Ehmed Wehîd, Aldar Ehmed Ebdo, Rêzan Hisên Osman.
Çavkaniyan diyar kir ku çeteyan, kesên revandine birine cihekî ne diyar.