Dewleta Tirk gundên Şera bombe kir, şer diqewime

Dewleta Tirk a dagirker, gundên navçeya Şer a Efrînê bi topan bomberdûman kir. Li herêmê şerekî dijwar diqewime.

Li gorî agahiyan, dewleta Tirk a dagirker gundên Şiwarqa, Malikiye û Maranazê yên navçeya Şerayê bi topan bomberdûman kir.

Tevî bomberdûmanê balafirên şer ên Tirk li ser herêmê firiyan.

DU WESAYITÊN ZIRXÎ YÊN BI TÎPA KÎRPÎ HATIN RÛXANDIN

Li herêma ku dewleta Tirk bomberdûman dike, şerekî dijwar dest pê kir.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, li derdora Ezazê ya li pêşberî gundê Maranazê, du wesayitên zirxî yên bi tîpa Kîrpî yên rejîma Tirk hatin rûxandin.

Efrîn ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin. Dewleta Tirk 20'ê Çileya 2018'an dest bi êrîşên li dijî Efrînê kiribû û 18'ê Adarê bajar dagir kiribû. Ji dema êrîşên dagirkeriyê û vir ve bi rêk û pêk sûcên şer tên kirin. Dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete dest datînin ser malên gelê xwecihî, sivîlan ji bo fîdyeyê direvînin, êşkenceyê dikin û înfazan pêk tînin. Her wiha demografiya herêmê jî digerînin.