Dewleta Tirk êriş bir ser Dirbêsiyê û Şêrawayê

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe li Dirbêsiyê êriş birin ser hêzên rejîma Sûriyeyê. Li Efrînê jî êriş birin ser navçeya Şêrawayê.

Leşkerên Tirk li navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê êriş birin ser nuqteyên hêzên rejîma Sûriyeyê yên li ser sînor.

Hate ragihandin ku nuqteyên rejîmê li ser rêya Dirbêsiyê-Amûdê li gundê Hewaşiyê yê bi 4 kîlometreyan dûrî navenda bajarê Dirbêsiyê ne.

Çavkaniyan diyar kirin ku ji ber êrişê tiştek bi hêzên rejîmê nehatiye.

LI ŞÊRAWAYÊ JÎ ÊRIŞ KIRIN

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe êriş birin ser gundê Mezin ê navçeya Şêrawa ya Efrînê. Hate ragihandin ku êriş bi çekên giran bi topan hatiye kirin.