Dewleta Tirk bi sedan penaber dersînor kirin

SOHR’ê, da zanîn ku dewleta Tirk, ji bo pêkanîna polîtîkayên xwe yên guhertina demografiya herêmê, 390 penaberên Sûriyeyî dersînor kirine.

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi hinceta kêmbûyîna belgeyên fermî yên penaberiyê 90 penaberên Sûriyeyî di deriyê sînor ê Bab El Selame re dersînor kirine.

Li gorî SOHR’ê, hejmara penaberên Sûriyeyê ku di kêmî hefteyekê de di heman deriyî re hatine dersînorkirin, bûye 390.

Dewleta Tirk a dagirker, penaberên Sûriyeyê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe û guhertina demgorafiyê bi kar tîne û dewletên navneteweyî dengê xwe jê re nakin.

Dewleta Tirk, bi rêya avakirina avahiyên mêtingeriyê bi piştgiriya rêxistinên îxwanî li guhertina demografiyaya herêmên dagirkirî dewam dike.

SOHR'ê, 27'ê Hezîranê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di 72 saetên dawîn de zêdetirî 300 penaberên Sûriyeyê bi darî zorê dersînor kirine.