Dêrazoriyan banga hesab pirsînê ji dewleta Tirk kir

Xelkê Dêrazorê bertek nîşan da ku çima Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê tecrîdkirin û gef lê tên xwarin û banga xwestina hesab ji dewleta Tirk kir.

Meclîsa Sivîl a Dêrazorê bi çalakiyekê nameyên gefxwarinê yên ku dewleta Tirk a dagirker dane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Xelkê herêmê, endamên partiyan saziyên sivîl û leşkerî yên Dêrazorê tev li çalakiyê bûn.

Xwepêşandan ji pêşiya avahiya meclîsê ya li herêma 7 Kîlo dest pê kir û li çerxerêya Meamêl veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de, cihgirê hevserokatiya Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Fethî El Itêş axivî û got: “Bi çalakiya xwe em piştgiriya berxwedana ronakbîr Abdullah Ocalan dikin û siyasetên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin.”

El Itêş bang li dewletên cîhanê kir ku tecrîdê bi dawî bikin, cezayên herî giran li dewleta Tirk a faşîst bibirin.

Her wiha bang li hiqûqnas, pêkhateyan û Meclîsa Ewlehiyê kir ku li hember dewleta Tirk a dagirker bisekinin, hesab jê bipirsin ji ber sûcên ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk tîne.