Dagirker êrişeke giran dibin ser gundên Asûrî-Suryaniyan

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe êriş bir ser gundê Azîziye yê Til Temirê. Meclîsa Leşkerî ya Suryanî bersiv da êrişa dagirkeran û derb li panzereke dagirkeran xistin.

Dewleta Tirk a dagirker ji saet 11'an û vir ve êrişê dibe ser gundê Azîziyeyê. Meclîsa Leşkerî ya Suryanî bi tundî bersiv dan dagirkeran û derb li panzerekê xistin. Şerê li herêmê bi dijwawrî didome.

Li gorî dema herêmê heta saet 13:40î êrişên li dijî gundê Azîziyeyê dom kirin. Dagirkeran di heman demê de bombe li gundê Dawudiye û gundikê Îşa barandin. Li her ê qadan hîn jî sivîl hene. Ji ber êrişan gefeke mezin li ewlekariya jiyana sivîlan tê xwarin.

Di navbera Meclîsa Leşkerî ya Suryanî û dagirkeran de bi taybetî ji şeva Sêşemê ve li gelek gundan şerekî giran diqewime.

Dewleta Tirk bi balafirên bêmirov ên şer, tank, top û çekên giran bi kar tîne.

Ji ber êrişan di nava 24 saetên dawî de 4 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî jiyana xwe ji dest dan.

Der barê kuştî û birîndarên dagirkerên Tirk de agahî nehate wergirtin. Lê belê çavkaniyên meclîsa leşkerî radigihînin ku gelek ji dagirkeran hatine kuştin.

ŞÊNIYÊN HERÊMÊ JI BER ÊRIŞAN JI CIH Û WARÊ XWE DIBIN

Dagirkeran tevî gundên Qasimiye, Rihaniye û Reşîdiye her wiha gundikên Rimone, Danyal Gego, Yelda, Tûma û Hebîn Qerezîanê dagir kirin û gundî neçar hiştin ku koç bikin.

Êrişên li dijî gundên Til Temirê serê sibehê dest pê kirin. Hêzên dagirker bi obus û hawan êriş birin ser gundên Dawudiyê û Hiwêşa yên Til Temirê. Li her du herêman hîn jî sivîl hene.