Dadgeha Destûra Bingehîn îdîanameya girtina HDP'ê qebûl kir -NÛ BÛ

Dadgeha Destûra Bingehîn lêkolîna destpêkê ya li ser doza ji bo girtina HDP'ê temam kir. Di encamê de jî biryar da ku îdîanameyê qebûl bike.

Dadgeha Destûra Bingehîn, ji bo lêkolînkirina îdîanameya ji bo girtina HDP'ê ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn ve hate amadekirin, îro serê sibehê saet di 10:00 de li hev kom bû. Dadgeha Destûra Bingehîn bi lez û bez biryar da û îdîanameya li dijî HDP'ê qebûl kir. Daxwaza ji bo tedbîra dijî malê partiyê jî red kir.

Îdîanameya ku ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn ve ji go girtina HDP'ê hate amadekirin, 7'ê Hezîranê ji Dadgeha Destûra Bingehîn re hatibû şandin.

Serdozger Bekîr Şahîn di îdîanameya ji 843 rûpelî de xwest ku qedexeya siyasî li 452 kesî bê ferzkirin. Raportorê Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo îdîanameyê got 'divê bê qebûlkirin'. Desteya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn jî vê sibehê biryara xwe ya dawî li ser îdîanameyê da. Îdîaname bi yekdengî hate qebûlkirin.

Îdîaname ji bo parastina destpêkê wê ji HDP'ê re bê şandin. HDP jî divê di demeke diyarkirî de parastina xwe radestî Dadgeha Destûra Bingehîn bike.

Piştî ku parastina destpêkê hate radestkirin, wê Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn fikrê xwe yê li ser esasê pêşkêş bike. Ev fikir jî wê ji HDP'ê re bê şandin û di demeke ku ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hatiye diyarkirin de wê Şahîn daxuyaniyê bide û rayedarên HDP'ê jî parastina devkî bikin.

Biryara li ser doza girtinê jî wê ji aliyê heyeta Dadgeha Destûra Bingehîn a ji 15 kesan ve bê dayin. Biryar jî wê ji sê paran bi du parê endaman bê wergirtin.

Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn wê diyarker be. HDP li dijî biryarê wê tenê karibe serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bide. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî erka xwe ya 'rawestandina bicihanîna biryarê nîne' lê tenê dikare biryarê li ser binpêkirinê bide.