Ciwanên şoreşger ên li Şehbayê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin
Ciwanên şoreşger ên herêma Şehbayê tecerîdkirina Ocalan şermezar kirin û fikarên xwe yên ji ber şewatê anîn ziman.
Ciwanên şoreşger ên herêma Şehbayê tecerîdkirina Ocalan şermezar kirin û fikarên xwe yên ji ber şewatê anîn ziman.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Efrîn û Şehbayê derbarê tecrîda li ser Rêber Apo û şewata li Îmraliyê fikrên xwe ragihandin. Di destpêkê de li ser navê rêveberiya Ciwanên Şoreşger ya Şehbayê Akîf Ehmed Axivî û got; ”Agirê ku li girava Îmralî pê ketiye ew berdewamiya komployê ye. Armanca wan jî ev e ku projeya neteweya demokratîk li Sûriyeyê bi ser nekeve. Em Ciwanên Şoreşger heya dilopek xwîn di canê me me de hebe em ê ji bo rizgarkirina Rêber Apo û ji bo hiweşandina dewleta Tirk têbikoşin.”
Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Kulistan Al Mamo jî got ku, “Îro ev kiryarên ku tên kirin nîşan dide ku ev dewletên kapîtalîst şerê xwe li hember gelê Kurd û bi giştî li dijî gelên Rojhilata Navîn berdewam dike. Em Ciwanên Şoreşger em ê her tim li ser fikr û felsefeya Rêber Apo bimeşin, ji bo tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin em ê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin.”
Hevserokê Yekîtiya Ciwan û Sporê Mihmed Wês jî diyar kir ku komploya li ser Rêber Apo didome û got ku “Em Ciwanên Şoreşger Rêber Apo ji xwe re wekî sembolê dibînin. Bi fikra Rêber Apo wateya jiyanê çêbû, ji ber ku fikr û felsefeya Rêber Apo hemû tiştan di nava xwe de dihewîne û projeya neteweya demokratîk e.”