1. Kongreya Ciwanên Reqayê dest pê kir

1. Kongreya Ciwanên Reqayê dest pê kir. Bi kongreyê hewl tê dayin ku bersiv ji pirsgirêkên kar û xwendinê yên ciwanan re bê dayin.

Bajarê Reqayê piştî ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hate rizgarkirin, ji her alî ve xwe komî ser hev dike. Di vê çarçoveyê de ciwanên Reqayê giranî dan ser karê rêxistinbûnê.

Bi vê armancê 1. Kongreya Ciwanên Reqayê dest pê kir. Li gel delegeyan, nûnerên Meclîsa Sivîl a reqayê û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk jî tevlî kongreyê bûn.

Ciwanên Reqayê bi rêya kongreyê dixwazin ji pirsgirêkên kar û xwendinê yên ciwanên bajê re çareseriyê bibînin û bibin xwedî îrade.

Yek ji beşdarên kongreyê ciwanê bi navê Hemad Hemadê diyar kir ku cara yekê ye li herêma Reqayê ciwan dibin xwedî îrade û destnîşan kir ku ew bi hêvî ye, kongre bibe bersiv ji pêwîstiyên ciwanan re.

Kongre dewam dike.