Cenazeyên 3 şehîdan bi merasîmeke girseyî hatin veşartin

Li Herêma Firatê şehîd Heysem Mihemed Eto, Hesen Mihemed Nûr Xaqûr û Salih Mihemed Rabî Mistefa bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Bi sedan şênî, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê, ji bo veşartina cenazeyê Ebû Deham (Heysem Mihemed Eto), Zilovan (Hesen Mihemed Nûr Xaqûr) û Salîh (Salih Mihemed Rebî Mistefa) ên di encama teqîna mayînê de li bajarê Minbicê şehîd bûbûn û ji bo bîranîna şehîd Kortan Zîlan (Ehmed Îbrahîm) yê di 27’ê Gulana 2022’an de li Herêma Parastinê yên Medyayê şehîd bû, kom bûn.

Di merasîma veşartinê de ku bi deqeyekê rêzgirtinê destpê kir, Hevseroka Maliya Giştî a Herêma Firatê Firyaz Berkel axivî û got, “Em di meha Tîrmehê de sê şitlên azadiyê li Goristana Dîcleyê diçînin. Divê dewleta Tirk a dagirker vê rastiyê baş zanibe, ew ti carî nikare li pêşiya projeya me ya xweser bibe asteng. Bi her cure êrîş kirin lê dîsan têk çûn. Li hemberî berxwedana şervanên me ew ê her dem têk biçin. Serkeftin wê her tim para me be.”

Piştre Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ehmed El Cabir jî destnîşan kir ku, ew ê heta nefesa xwe ya dawî li hember êrîşan têkoşîna xwe berdewam bikin û got ku ew ê armanca şehîdên xwe bigihînin serkeftinê. El Cabir diyar kir ku ew xwedî axa pîroz û xwedî şehîd in û got, “Her sê hevrêyên me heta dawiyê bênavber têkoşîn kirin û şehîd bûn. Li her qadê bi awayekî herî xurt li dijî dagirkeriyê di nava têkoşînê de bûn.” 

Paşê wesîqa şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Şehîd bi tilîlî û dirûşmeya “Şehîd Namirin” hatin veşartin.