Cenazeyê şervanên HRE’yê Gabar û Reşo hatin veşartin

Cenazeyê şervanên HRE’yê Cûdî Gabar û Cûdî Reşo yên di çalakiya Basilê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrezê ya Kantona Efrîn û Şehbayê hatin veşartin.

Şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Cûdî Reşo û Cûdî Gabar tevî 3 hevalên xwe Çîçek Kobanê, Jiyan Efrîn û Dilşêr Serêkaniyê di 30’ê Çileya 2024’an de, di çalakiya gundê Basilê yê Şêrawayê de gihaştin asta şehadetê. Piştî 3 mehan cenazeyên şehîdên çalakiya Basilê Cûdî Reşo û Cûdî Gabar gihaştin destê malbetên şehîdan.

Şêniyên Kantona Efrîn û Şehba bi karwaneke wesayîtan cenazeyên şervanên HRE’yê Cemîl Silêmen (Cûdî Gabar) û Hemîd Reşo (Cûdî Reşo) ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrezê ya herêma Şehbayê ve birin.

Di merasîmê de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehba Hesen Berko axivî û sersaxî da malbatên her 5 şehîdan.Berko, wiha got: “Her du Cûdî, Çîçek, Dilşêr û Jiyan di her kêliyê de û li kîjan cihê be têkoşîn û berxwedan kirin. Çalakiya wan a Basilê ji bo me nameya serkeftinê bû. Bi saya van fedakaran em li ber xwe didin, em ê têkoşîna xwe bilind bikin. Bi sedan ciwanên me yên ku xeta şehîdan bişopînin hene. Em ê jî xeta wan bişopînin û tu carî dest ji berxwedana xwe bernadin."

Berko careke din soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armanca wan û rizgarkirina Efrînê û hemû herêmên dagirkirî da.

Piştre endama Komîteya Civaka Demokratîk (KPC-D) Rûken Ehmed wesîqeyên her du şehîdan xwend û radestî malbatên wan kirin.

Piştî xwendina wesîqeyên her du şehîdan ciwanekî Efrînê soza tevlêbûna li nava gerîlayan da.

Her wiha bavê şehîd Cûdî Gabar, Ehmed Silêmen axivî û wiha got: “Em bi çalakiya şehîdên xwe serbilind in. Em soz didin wan ku em ê li ser xeta wan bimeşin.”

Birayê şehîd Cûdî Reşo, Silêmen Reşo jî axivî û diyar kir ku ew ê li ser şopa şehîdên xwe bimeşin.

Cenazeyê şehîdan bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” hatin veşartin.