Cenazeyê şervanên QSD’ê Ezam û Heyder hat veşartin
Cenazeyên şervanên QSD’ê Ezam Hesekê û Heyder Hesekê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a Dawûdiyê hatin veşartin.
Cenazeyên şervanên QSD’ê Ezam Hesekê û Heyder Hesekê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a Dawûdiyê hatin veşartin.
Cenazeyên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Ezam Hesekê (Xalid Horan Etiyê) û Heyder Hesekê (Ebdulezîz Xelîfe) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê yê Hesekê hatin veşartin. Bi sedan şêniyên Hesekê û endamên saziyên sivîl û leşkerî tevlî merasîmê bûn.
Di merasîmê de ewilî Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Beraa El Salih sersaxî da malbatên şehîdan û destnîşan kir ku şehîdan ji bo rizgarkirina xak û gelê xwe ruhê xwe feda kirin û destanên lehengiyê bi xwîna xwe nivîsandin.
Piştre ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Hesekê Dersim Hesekê got: "Fedakariya şehîdan watedariya berxwedanê zêdetir dike û em hêza xwe ji fedakariya wan werdigirin."
Endamê Partiya Çep a Komunîst a Marksî Yilmaz Behr Reş (Osman Nûrî Ocaklî) ku di 12'ê Hezîrana borî de şehîd bûye merasîma xiyanî li dar ket.
Hevrêyên şehîd Yilmaz Behr Reş, Mizgîn Erebo û Xebat Mihemed Şêx soza şopandina rêya wî û tolhildanê da.
Wesîqeyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û ji bo malbat û hevrêyên wan hatin radestkirin.
Cenazeyên her du şehîdan bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" hatin veşartin.