Cenazeyê şehîdê Hêzên Asayîşê Felût hate veşartin

Şêniyên herêma Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Yûsif Felût ê bi nasnav Şivan Heseke bi merasîmekê veşartin.

Bi dehan welatiyên herêma Hesekê cenazeya endamê Hêzên Asayîşê Yûsif Felût (Şivan Heseke) ji Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Dijwar ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir.

Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ezîze Abdulrehman û li ser navê Hêzên Asayîşê Fermandar Idrîs Oso axivîn û sozda ku rêya cangoriyên şoreşê bişopînin.

Her wiha li ser navê Kongreya Star Helîma Ehmed jî axivî û destnîşan kir ku şehîd ji bo azadî û rûmeta gelan canê xwe dikin qûrban.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hatekirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyan hate veşartin.