Binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Efrînê hatin eşkerekirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê-Sûriyê bi daxuyaniyekê encamên binpêkirinên artêşa Tirk a û çeteyên wê ya li dijî sivîlên Efrînê eşkere kir û bang li rêxistinên navneteweyî kir ku li hember sivîlên Efrînê erka xwe ya mirovî û exlaqî pêk bînin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê -Sûriyê derbarê binpêkirinên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di nava du mehan de li dijî sivîlên Efrînê pêk anîne, bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Daxuyanî li Kampa Serdem ji aliyê Wefa Bekir ve hate xwendin.

Daxuyaniya Navendê de bal kişand ser van xisûsan:

"Dewleta Tirk a dagirker angaşt û îdia kir ku mafê xwe yê rewa di xweparastinê de li gorî madeya 51’an ji beşa 7`emîn a mîsaqa Neteweyên Yekbûyî (NY) pêk tîne û şertên madeyê pêk neanîn. Li Efrînê ti rewşên xetere yan jî êrîş li dijî xaka Tirkiyê dê pêk bihatina, tine bûn. Erêkirina Meclîsa Ewlehiyê yan jî agahiya dewleta Tirk di wê derbarê de, tine bû. Lê belê dewleta Tirk ji ber xwe destwerdana dewleteke cîran kir. Hemû cûreyên çekên kevn û pêşketî ji bejahî û asîmanî ve bi kar anîn. Êrîşên dewleta Tirk madeyên 3, 39, 40, 41 û 50 ji mîsaqa NY`yê ya hevbeş a 42’yan binpê kirin û hemû zagonên navdewletî bi wê re hatin binpêkirin.

BINPÊKIRINÊN DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ

Encamên binpêkirinên hêzên dagirker û komên Sûriyê yên girêdayî wê li bajarê Efrînê, gundewarên herêmên Şehbayê û Şêrawa di mehên Çile û Sibata 2020`an de wiha ne:

Zêdetirî 300 hezar şêniyên resen bi zorê hatin koçberkirin, hê jî koçberkirina şêniyên resen ji destpêka dagirkirin û heta dîroka îro ve bi rêya astengiya li dijî wan bi hemû rêbazên sûcdariyê berdewam e û wiha ye:

Di van 2 mehên ji sala 2020’an de 10 sivîl hatin qetilkirin, jê 3 qurbaniyên teqînên li Efrînê û 7 jî di encama topbarana bêserûber a dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê ne. Her wiha 10 şênî ji nav wan jî jin û zarok hene, birîndar bûn. Herêmên Şehba û gundawarên Şêrawa rojane bi dehan top û moşekan têne hedefgirtin, jê jî cihê kombûna koçberên Efrînê li dibistana gundê Ehresê ye. Her wiha rewşeke destdirêjiyê jî hat belgekirin.

Di van 2 mehan de 17 jê jin 198 sivîl, bi hincetên derewîn da ku fîdyeyan bidin, hatin revandin û hê çarenûsa piraniya wan ne diyar e. Fîdye gihîşt heta zêdetirî milyonek lîreyên Sûriyê di derbarê gelek rewşên revandiyan de qurbaniyên teqînên mayinan de ji 3 kesî 2 mirin û yek jî birîndar bû. Zêdetirî 25 hezar darên zeytûnê û hawîrdorê hatin qutkirin da ku bazirganiyê bi êzingên wê bikin.

Mezara olî ya bi navê Şêx Mistefa Idrîs a li gundê Qerebaba yê girêdayî navçeya Reco hat hilweşandin, her wiha Goristana Şehîd Avesta Xabûr hat hilweşandin û ji bo sûka firotina pezan hat rastkirin.

Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Efrînê Mal, zevî û dikanên bazariyê yên koçberên Efrînê desteser kir û firotin ku mal û milkên bavên wan in. Her wiha konên bêserûber di navbera gundan de, li derdora bajarê Efrînê yên şêniyên ku ji herêmên şer li başûr û rojavayê Helebê direvin, hatin belavkirin û hejmara wan zêdetirî hezar kesî ye. Li kêleka wê jî zeviyên çandinî û baxçeyan ji pezên xwe re helal kirin û li nav diçêrînin, lê belê tê zanîn ku desthilatdarên Tirk ji mixtarên gundan xwest ku serjimareke ji tevahî kesên nû derbasî Efrînê dibin, li gorî qewmiyeta wan bê çêkirin.

Li gorî Navenda Belgekirina Sivîl a Koçberên Filîstînê li Bakurê Sûriyê zêdetirî 500 malbatên Filîstînî li Efrînê hatin bicihkirin û li gundên Dêr Belût û navenda bajarê Efrînê belav dibin.

Ev agahî û detay tenê ji sedî 30 ji tevahî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê ne.

BANGA BI ERKÊ XWE YÊ MIROVÎ Û EXLAQÎ RABIN

Li dawiyê bang li rêxistinên navdewletî yên hiqûqî û mirovî, di serî de bang li NY’yê, rêxistinên mafên mirovan, UNICEF û UNESCO’yê dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî û mirovî li gorî qanûnê rabin û fişarê li hikumeta Tirk bikin ku binpêkirinên xwe li dijî tevahî şêniyên Sûriyê bi giştî, Efrînê bi taybet rawestîne, her wiha zextê lê bikin ku tevahî hêzên xwe ji xaka Sûriyê bikişîne û bihêla koçber vegerin warên xwe. Her wiha bang li rêxistinên hiqûqî, mirovî û dezgehên çapemeniyê dikin ku derbasî Efrînê bibin da ku binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê, kiryarên li ser erdê pêk tên, belge bikin. Di heman demê de jî bang li wan rêxistinan dikin ku vexwendnameyên lezgîn ên dadgehkirina Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, wezîrê parastinê Hûlûsî Akar, fermandarê erkanê yê artêşa Tirk, rêveberên Itîlafa Sûriyê û qaşo hikûmeta demkî li gorî peyman û qanûnên navdewletî der barê sûcên wan de pêk bînin û lêpirsîn bikin. Her wiha alîkariyên lezgîn piştî şêniyên resen vegerîn gundên xwe pêşkêş bikin, herêma Efrînê ya ku di encama êrişa bi navê Şaxê Zeytûnê di 20’ê Çileya 2018’an de hatiye wêrankirin, ji nû ve ava bikin."