Bi hezaran şêniyên Herêma Firatê li dijî tecrîdê daketin qadan

Bi hezaran şêniyên Herêma Firatê ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daketin qadan.

Li Herêma Firatê bi hezaran şênî, saziyên sivîl, rêxistina jinan li dijî tecrîda girankirî a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan. Meş bi dirûşmeya “Azadiya Rêber Apo misogerkirina demokrasiyê û aramiya herêmê ye" destpê kir. Gel li Qada Jina Azad hatin cem hev û heta Qada Aştiyê meşa xwe domandin. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û bêyî navber dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Piştî meşê deqeyek rêz hate girtin û li vir Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Salîh Nûh axivî. Nûh destnîşan kir ku, dixwazin di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de qirkirina Kurdan pêk bînin û got, “25 sal in Rêber Apo li hemberî dagikeriyê berxwedaniyek bêhempa dimeşîne. Vaye projeya Neteweya Demokratîk li Rojhilata Navîn deng daye.”

Nûh bi bîr xist ku dewleta Tirk a faşîst bêyî navber êrîşên xwe li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike.

Nûh diyar kir ku, li hemberî têkoşîna Abdullah Ocalan desthilatdarî têk çûye û got, “Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk tê em ê her li qadan dengê xwe bilind bikin.”