Bi hezaran li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Ocalan meşiyan

Li gelek navendên girêdayî Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriye û Helebê ji bo agahiyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê girtin, çalakî hatin kirin. Bi hezaran daketin qadan û tecrîd protesto kirin.

HELEB

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi pêşengtiya Kongreya Star meşek ji bo têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin. Meş bi dirûşmeya "Rêber me jiyana me ye" hate lidarxistin, bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşdarî meşê bûn.

Meş ji ber hola civînan a beşê rojavayê taxê destpê kir. Meşvanan wêneyên Rêber Ocalan hildan û dirûşmeyên azadiya Ocalan berz kirin.

Meş li qada Cebanat a beşê rojhilatê taxê rawestiya û veguherî mîtîngê. Piştî deqeyek rêzgirtin endama Kongreya Star Sûad Hesen axivî û diyar kir hebûna wan a li qadan bersivek ji kiryarên dewleta Tirk ên li dijî Ocalan e. Sûad got: "Bi dilekî, dengekî û destekî, mil bi mil bi hemû pêkhateyên civakê em ê heta dawiyê serî hildin, dewleta Tirk ji tenduristiya rêbertî berpirsyar e. Em soz didin ku em ê li qadan bin heta agahiyekî li ser rewşa Ocalan bigirin."

GIRKÊ LEGÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê û gundên wê bi armanca ku rewşa tenduristî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were eşkerekirin meşek lidar xistin.

Meş ji qada Şehîd Xebat Dêrik destpê kir û di nava kolanên sereke yên navçeyê dewam kir. Meşvanan pankartên "Destê ku dirêjî Rêberê me bike em ê bişkînin", "Azadî ji rêberê neteweyî re" û " Em bang dikin ku di bi lez parêzer serdana Îmraliyê bikin" hatin vekirin.

Meşa ku di gelek kolanan re derbas bû, li qada Şehîd Xebat zîvirî û veguherî mîtîngê.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk ê navçeya Girkê Legê Fûad Sadî axivî û ev tişt anî ziman: "Tirkiyê şewata li Îmraliyê derxist, Rêbertî dibistanek ji aştiyê ye. Em ê ranewestin ta rewşa tenduristî ya Ocalan were eşkerekirin." Sadî got, ne tesaduf e ku şewata li Îmraliyê di heman meha reş de derket, ji ber ku Erdogan bi hemû rêbzan dixwaza gelan tune bike."

Mîtîng bi dirûşmeyên "Ji Ocalan re azadî" bi dawî bû.

DÊRIK

Bi hezaran şêniyên gundên Berav û Koçberat ji bo beşdarî meşa bi armanca agahiyek ji rewşa tenduristî ya Ocalan bigirin, herikîn bajarê Dêrikê. Girese bi hemû pêkhateyên xwe ku wêneyên Ocalan hilda bûn li pêşiya navenda ciwanên şoreşger a Şehîd Bawer dest bi meşê kirin.

Di meşê de pankartên wekî " Destê ku dirêjî rêberê me bike em ê bişkînin", "Azadî ji rêberê neteweyî re" û " Em bang dikin ku di bilez parêzer serdana Îmraliyê bikin" hatin vekirin û dirûşmeyên silavkirina berxwedana Îmraliyê hatin berzkirin.

Meş li ber avahiya PYD‘ê sekinî û deqeyek rêz hate girin.

Bi navê Kongreya Civaka Islama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Subhî Ehmed axivî, şewata li girava Îmraliyê ya ku Ocalan lê girtî ye şermezar kir û bang li dewlet Tirk kir ku destûr bide parêzerên Ocalan ku serdana muwekîlê xwe bikin û rewşa wî ji gel re eşkere bike. Ehemed her wiha bang li civaka navdewletî kir ku hesab ji Erdogan bixwaze ji ber sûcên wî yên li dijî mirovahiyê.

ÇIL AXA

Şêniyên navçeya Çil Axa ku pankartên "Destê ku dirêjî rêberê me bike em ê bişkînin", "Azadî ji Rêberê neteweyî re" û " Em bang dikin ku di bilez parêzer serdana Îmraliyê bikin" vekiribûn li naverasta navçeyê daxuyanî dan.

Daxuyanî ji aliyê şêxê eşîra Zubeyda, Raxib El-Faris ve hate xwendin.

Raxib El-Faris got: "Tirkiyê û hin dewletên din piştî hîs kirin ku projeya netewa demokratîk li ser pergalê wan ên dîtktator xeter e, komployek ji bo girtina Rêberê mirovahiyê Ocalan plan kirin. Piştî ku projeya netewa demokratîk a ku Rêber Ocalan pêşkêş kir li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye rûniştandin û gel li derdora ramanê Ocalan kom bûye, dewleta Tirk tecrîd li ser Ocalan giran kirin.

Niha jî faşîzma Tirk rêbazek din bi kar anî da ku Rêbertî ji me dûr bixe, şewata li girava Îmraliyê derxist. Em dibêjin ku em ê li qadan bin heta agahiyekê ji rewşa Rêber Ocalan bigirin."

MINBIC

Li bajarê Minbicê jî ji bo şermezarkirina şewata li girava Îmraliyê ku Ocalan lê girtî ye û têkildarî rewşa Ocalan bi hezaran kes daketin qadan.

Meş ji ber nexweşxaneya Firatê destpê kir. Meşvanan posterên Rêber Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û pankartên "Kujer Erdogan", "JI azadiya Rêber Apo re azadî", "Tu kes nikara roja me tarî bike" û "Mil bi mil em dagirkeran têk bibin" hildan.

Meş li stada Beledî sekinî. Li vir deqeyek rêz hate girtin. Piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Ridwan Cemal daxuyanî xwend.

Mihemed Ridwan Cemal got: "Em gelên herêmê, ji vir ji bajarê Minbicê dibînin ku bûyera li Îmraliyê pêk hat, berdewama komplo û tecrîda li ser sembola azadiyê Ocalan e.

Ev kiryarên terorîst ên ji aliyê hikûmeta Tirk ve ji bilî xirabî û wêranbûn tiştek din bi xwe re neaîne. Em bang li civaka navdewletî, rêxistinên hiqûqî û mirovî û hemû azadxwazên cîhanê dikin ku zextê li hikûmeta Tirk bike da destûr bide malbat û parêzerên Ocalan ku xwe bighînin Ocalan û rewşa wî û hemû girtiyan nas bikin.

Em gelê azad berpirsyartiya qanûnî û mirovî ya ji tenduristî û selametiya Ocalan hildigirin ser dewleta Tirk. Em çalakiyan berdewam bikin heta rewşa Ocalan û hemû girtiyên pêre were eşkerekirin.

HESEKÊ

Li bajarê Hesekê bi heman armancê, meşek ji beşdarbûna bi hezaran kesî ji aliyê Hêzên Parastina Civakî û Kongreya Star hate lidarxistin.

Girse ji pêşiya konê çalakiyan ê li taxa Kelasê dest bi meşê kir. Meş di nava gelek kolanên bajarê de gireya û li ber Avahiya Komîteya Şaredarî û Hawirdorê ya Kantona Hesekê rawestiya. Di meşê de dirûşmeyên "Bê serok jiyan nabe" û "Hilweşe dewleta Tirk a faşîst" hatin avêtin.

Li ber avahiya komîteya Şaredariyê girse deqeyek rêz girt. Hevserokê Hêzên Parastina Cviakî Luqman Edhem axivî, êşkenceya li girtîgeha Îmraliyê şermezar kir û ev tişt got: "Dema me ji cîhanê re got, ‘Bê serok jiyan nabe‘ ciwan û gelên me piştî komploya 1999‘an de ev yek di partîkî de pêk anîn. Bi sedan ciwanên Kurd ji bo azadiya Ocalan agir berdan bedan xwe. Ev yek asta girêdana gel bi Rêbertî re diyar dike."

Luqman anî ziman ku şêniyên Hesekê wê li ser lingan bin heta agahiyaekî li ser Ocalan bigirin. Her wiha bang li aliyên têkildar kir ku destwerdanê bike û rewşa Ocalan eşkere bike.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava Remziya Mihemed jî axivî û bang li civaka navdewletî kir ku bi lez destwerdanê bike û zextê li dewleta Tirk bike da ku rewşa tenduristî ya Ocalan eşkere bike.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana Îmraliyê bi dawî bû.