Bi hezaran Efrînî li dijî dagirkeriyê daketin qadan

Li Şehbayê li Gundê Babinisê gelê Efrînê bi diruşmeya ‘êdî bese ji dagirkerî û xiyanetê re dem dema hevgirtinê ye ‘ meşek girseyî lidar xistin.

Gelê Efrînê yên ku 58’rojan li dijî dagirkeriyê û top û balafirên dewleta Tirk li Efrînê  bê tirs berxwedan, nezî 3^ê sal in li herêma Şehbayê berxwedaniya xwe berdewam dikin. Li Şehbayê tevî  hemû astengiyên koçberiyê yên ku gelê Efrînê têre derbas dibin, lê dîsa dev ji berxwedaniya xwe benedan û her li qadan bi çalakiyan têdikoşin.

Îro jî dîsa bi hezaran gel li qadan bûn û qêrîna berxwedaniyê bilind kirin. Bi hezaran welatiyên Efrînê ji pêşiya lîstogeha Gundê Babinisê bi diruşmeya ‘Edî bese ji dagirkeriyê û xiyanetê re dem dema hevgirtinê ye’ ber bi dibistana Babinisê ve meşiyan û kiriyarên dagirkeriyê li Efrînê bi tundî şermezarkirin.

Gel dengê xwe li dijî dagirkeryê bilind kir û bi wêneyên Şehîdan û şaxên Zeytûnan ber bi dibistana Babinisê ve ketin rê.

Li pêşiya Dibistana Babinisê piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê hemû cangoriyên azadiyê û şûnde li ser navê saziyan axaftin hatin kirin. Li ser navê Meclîsa Kantona Efrîn Mihemed Ebdo, li ser navê Kordînasyona Kongra star Ayşe Mehmûd û li ser navê Meclîsa Şehba Ehmed Selemê axivîn.

Di axaftinan de şehîdên Berxwedana Serdemê bibîr anîn û destnîşan kirin ku Efrîn wateya welatparêzî û şoreşgeriyê ye. Di axaftinan de bang li hemû rewşenbîrên Kurd û partiyên Kurd hate kirin ku dakevin qadan û pêşiya şerê Kurd bi Kurdan bigirin.