Berdevkên QSD’ê: Azadkirina Reqayê pir nêz e

Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê Cîhan Şêx Ehmed û Berdevkê QSD’ê Talat Silo, destnîşan kirin ku wê îlana azadkirina Reqayê di demekî pir nêz de ragihînin.

Cîhan Şêx Ehmet di Platrofma Reqa ya li navçeya Eyn Îsa yê de axivî, di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên azadiyê bibrî anîn û berxwedana şervanan di qadên şer de silav kir. Her wiha berxwedana şêniyên Reqa û hemû beşdarên formayê silav kirin. Şêx Ehmed di axaftina xwe de destnîşan kir ku QSD’ê gelek pêngavên rizgarkirinê meşandine û wiha got: “Her dem serkeftin para şervanên me bû. Piştî ku şêniyên Reqayê bang li hêzên me kirin, hêzên me ji bo rizgarkirina şêniyê Reqayê ketin tevgerê. Pêngava me ya rizgarkirina Reqayê didome, rizgarkirina Reqayê nêzîk bûye.”

Berdevkê QSD’ê Telel Silo jî di Platforma Reqayê de axivî û got ku pêngava Reqayê ku hîn didome encamên dîrokî bi xwe anîn û wiha anî ziman: “Em îro serdemeke dîrokî jiyan dikin. Serdema ku ewlekarî û aramî bi saya xwîna şehîdan û şervanên me yên qehreman pêk hatiye.”

Şêx Ehmet û Silo di axaftinên xwe de mizgîniya rizgarkirina Reqayê ya di demeke pir nêzîk de diyar kirin.