Balafirên şer ên Rûsya li artêşa Tirk û çeteyên wê da

Balafirên şer ên Rûsya li Neyrab a dikeve rojhilatê Idlibê bû cara duyemîn li artêşa Tirk û çetyên wê dixe.

Krîza li Idlibê ya di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de derketibû dewam dike. Balafirên şer ên Rûsya li Neyrab a dikeve rojhilatê Idlibê bû cara duyemîn li artêşa Tirk û çeteyên wê dixe. Tê ragihandin ku di êrîşa esmanî de kuştî û birîndarên artêşa Tirk hene.

Pêkhatina êrîşê ya di dema hevdîtina bi rêya telefonê ya di navbera Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serok Dewletê Rûsya Vîlademîr Pûtîn de bal kişand.

DUH JÎ RÛSA LÊ DABÛ

Roja Pêncşemê jî li heman herêmê artêşa Tirk a êrîşî hêzên rejîmê kiribû bibûn hedefa balafirên şer ên Rûsya.

Di daxuyaniya ji aliyê Wezareta Parastinê ya Tirk ve hatibû kirin, hatibû gotin ku 2 leşker mirine, 5 jî birîndar bûne. Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê jî ragihandinbû ku 2 leşkerên Tirk û 25 çete hatine kuştin.

DÎMENÊN KÊLIYA LÊ DIDIN HATIN PARVEKIRIN

Îro ajansa fermî ya Sûriyeyê dîmenên kêliya li tankên Tirk dixin parve kir.

Nediyarkirina bê ka êrîş ji aliyê kê ve hatiye kirin a rayedar û saziyên dewleta Tirk ve jî bal kişand.

HEVDÎTINA PÛTÎN Û ERDOGAN

Di dema êrîşa duyem pêk hat de, Erdogan û Pûtîn bi telefonê bi hev re daxivîn.

ERDOGAN GAV BI ŞÛN VE AVÊT!

Têkildarî hevdîtinê rayedarên Tirk daxuyanî da û hate gotin ku Erdogan ji Pûtîn daxwaz kiriye ku ‘rejîmê bide sekinandin’. Heman Erdoganî roja Çarşemê daxuyaniyek dabû û heta dawiya Sibatê dem dabû Sûriye û Rûsyayê ku vegerin pişt bendên çavêdêriyê.

PÛTÎN: ÊRÎŞÊN TERORÎSTAN FIKARAN ÇÊDIKE

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Kremlînê ve hate dayîn ve ev hate gotin: “Di rojevê de aloziya li Idlbi û rewaş li herêmê hebû. Vîlademîr Pûtîn fikarên xwe yên ji êrîşên komên çete aniye ziman. Bal kişandiye ku divê rêz ji serwerî û yekparebûna xaka Sûriyeyê re bê girtin.

DYE: EM LI GEL MUTEFÎKÊN XWE NE

Piştî hevdîtinê bi demek kin, Wezareta Karê Derve ya DYE’yê jî daxuyaniye da û got: “Em li gel mutefîkê xwe yê NATO’yê Tirkiye yê ne.”