Artêşa Tirk êrîşî gundên Girê Spî û Minbicê kirin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên girêdayî Girê Spî û gundên dikevin bakurê rojavayê Minbicê dan ber topan.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên girêdayî Girê Spî û gundên dikevin bakurê rojavayê Minbicê dan ber topan.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku êrîşî gundê Ereb Hesen ê dikeve bakurê rojavayê Minbicê hate kirin. Meclîsa Leşkerî diyar kir ku 7 top li gund ketiye.
Li gorî daxuyaniya Meclîsê dayî dewleta Tirk bi çekên giran êrîş bire ser nuqeteyên leşkerî yên hêzên rejîmê ku dikeve bakurê rojavayê bajar. Her wiha li bajar tevgera balafirên keşfê yên dewleta Tirk jî zêde heye.
Dagirker li gorî saeta herêmî saet derdorî 20:30’î gundên Qizelî, Silîp û Xaerabsahruç ên Girê Spî jî dan ber topan.
Hate ragihandin dagirkeran li gundê Qizelî nuqteyên leşkerên rejîma Sûriyeyê kirine hedef.