Artêşa Tirk a li Babê sivîlek qetil kir

Artêşa Tirk a dagirker di bomberdûmana li ser gundê Babê de sivîlek qetil kir, du jî birîndar bûn.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di saetên nîvro de gudnên rojavayê bajarê Babê topbaran kirin.

Hêzên dagirker gundên Talhûta, Cebla Hemra û Til Torîn ên girêdayî bajarokê Erîma yê rojavayê bajarê Minbicê topbaran kirin. Li gorî fermandarên Meclisa Leşkerî ya Babê jêdera êrişan baregehên çeteyên Mertala Firatê yên li gundên Sukeriyê Kirîdiyê ye.

Ji ber topbarana li ser gudnê Cebla Hemara sivîlê bi navê Basil E-Hemûd şehîd bû, jin û ciwekî din birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên bajarê Minbicê. Li gorî xebatkarên tenduristiyê rewşa jinê baş e, lê ya ciwan ku di serî xwe de birîdar bû, di xeteriyê de ye.

Her wiha ziyanên mezin gihiştin milkên sivîlnan û gelek kes ji xwe li bajarokê Erîma û gundên rojava girtin.

Şandeyek ji Rêveberiya Sivîl a Demorkatîk a Minbic û gundewarên wê serdana birîndaran kirin. Heverokê Meclisa Rêveber a Minbic û Gundewarên wê Mihemed Xêr Şêxo, êrişên li ser gundên bajarokê Erîma şermezar kirin û diyar kir ku êriş jîngehên sivîlan kirin.

Piştî topbaranê, navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji aliyekî ve û Meclisa leşkerî ya Babê û hêzên rejîma Sûriyê ji aliyekî din ve şer derket.

ÊRÎŞÎ GUNDÊ SILÎP A GIRÊ SPÎ KIRIN

Dewleta Tirk li gorî saeta herêmî saet derdorî 19:00’an gundê Silîp a Girê Spî da ber topan. Têkildarî ziyanên vê êrîşê ti agahiyek nehate girtin.