Şervanê QSD'ê li Tebqayê hate veşartin

Şervanê QSD'ê Hemze Hîlal El Silêx li Tebqayê hate veşartin.

CENAZEYÊ ŞEHÎD

Bi sedan şênî, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê, Meclisên Leşkerî, Partiya Sûriya Pêşerojê, Tevgerên Jinan, Ciwan û rûspiyên herêmê tev li merasîmê bûn.

Endamên Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Foza Mihemed û Mihemed El Şêx axivîn.

Qisekeran diyar kirin ku şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo parastina herêmê fedakariyên mezin kirin û destanên lehengiyê nivisîn.

Bi navê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) xwişka şehîd Hemze Hîlal El Silêx, Sara El Silêx axivî û soz da ku rêya birayê xwe temam bike, xewna wî ya  sepandina aştiyê li herêmê û xilaskirina gelan ji zulm û koletiyê bi dest bixe.

Di dawiyê de wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Dûre girseya gel cenazeyê şehîd spart axê.